Êrîşên çeteyan ên li hemberî Efrîn û Şehbayê didomin
Êrîşên komên çete yên li dijî gundên kantona Efrînê û herêma Şehbayê didomin.
Êrîşên komên çete yên li dijî gundên kantona Efrînê û herêma Şehbayê didomin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, komên çete yên ser bi ENKS/SUK'ê, ji bajarokê Qibten El-Cebel saet di 13:00 de hawan avêtin gundê Başemra yê navçeya Efrîn Şêrawa. Çeteyan her wiha fuzeyên katyûşa avêtin derdora gundê Qestel Cîndo û Girê Viyan ên li navçeya Şera ya Efrînê.
Her wiha saet di 04.00 de hawan avêtin gundê Mereenaz ê Ezazê.
Êrîşên çeteyan ên li hemberî gundên Başemra û Mereenazê didomin. Ji ber van êrîşan xisar li gelek malan bû.