Emîn: Em ê nehêlin Komkujiya Hewlêrê bê nixumandin
Parlamenterê Goran Emîn got, "Şerê birakujiyê divê bibe xeta sor a hemû hêzên Kurd" û bang li parlamentê kir ku bi berpirsyarî rabe û nehêle komkujî bê nixumandin.
Parlamenterê Goran Emîn got, "Şerê birakujiyê divê bibe xeta sor a hemû hêzên Kurd" û bang li parlamentê kir ku bi berpirsyarî rabe û nehêle komkujî bê nixumandin.
Ji ber salvegera 19. a Komkujiya Hewlêrê, ku zêdeyî 80 PKK'yî û sempatîzanên PKK'ê yên birîndar û nexweş di 16'ê Gulana sala 1997'an de li Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK û artêşa Tirk ve hatin qetilkirin, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. Çalakî li ber buroya Parlamenta Başûrê Kurdistanê ya li Silêmaniyeyê hat lidarxistin û ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê ve hat organîzekirin.
Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemê Emîn ku di heman demê de Berpirsyarê Buroya Parlamentê ya li Silêmaniyeyê ye, beşdarî çalakiyê bû. Emîn ji ANF'ê re axivî.
Emîn destnîşan kir, ku ronîkirina vê komkujiyê wê ji bo ronîkirina hemû bûyerên kuştinê yên navbera partiyên din ên Kurdan, bibe destpêkek.
'PÊŞÎ LI KARÊ RONÎKIRINÊ TÊ GIRTIN'
Emîn da zanîn, Komîsyona Mafên Mirovan a li Parlamentê ji bo ronîkirina komkujiyê ket nava hin hewldanan, lê belê ji ber helwesta hin hêzan encam jê derneket. Emîn got, "Di rewşa heyî de ji ber ku parlament bê fonksiyon hatiye hiştin û destûr jê re nayê dayîn bixebite, karekî encamgir jî nikare were meşandin. Di dema pêş de gava Parlamenta Kurdistanê ji nû ve dest bi kar kir, ji bo ronîkirina kiryaran û gorên kesên jiyana xwe ji dest dane, em ê bi rêya komîsyonan xebatên xwe bidomînin."
'DIVÊ BIBE XETA SOR'
Emîn di dewama axaftina xwe de got," Ez, kesên ev komkujî kirine bi tundî û hêrseke mezin şermezar dikim. Ji bo careke din di nava partiyên Kurd de birakujî rû nede, pêwîste em bi stratejiyeke siyasî ya neteweyî tevbigeirn. Di dîroka xwe de ev şerê birakujiyê gelek caran bi serê me de hat û di hemûyan de jî me dît; ev helwest bi tenê xizmetê ji dijminên gelê Kurd re dike. Girîng e birakujî bibe xeta sor a partiyên Kurd."
ENDAMÊ PDK'Ê: KES BI SAXÎ NEFILITÎ
Emîn diyar ir, têkildarî kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ber destê wan agahiyeke zelal nîne û bibîr xist, ku rayedarekî PDK'ê ji wan re ragihand, ku kes ji vê komkujiyê bi saxî nefilitiye. Emîn got, "Bêguman ne ya qebûlkirinê ye ku heta niha kiryarên vê komkujiyê nehatine eşkerekirin, nehatiye ragihandin ku kesek sax maye yan na û gorên wan li ku ne. Di vê mijarê de girîng e Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentê bi israr bixebite. Endamên Komîsyonê yên ku ewilî ev lêpirsîn dan destpêkirin û xwedî agahî bûn, ji ber ku wefat kirin, nayê zanîn ku agahiyên wan xwe gihandin çi bû. Ew agahî li holê nînin. Lê belê alîkarê serokê parlamentê yê PDK'yî ku hingî endamê komîsyonê bû, dabû xuyakirin, ku hemû mirin e, kes ji wan bi saxî nefilitî ne."
Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Hemê Emîn destnîşan kir, ku ew ên nehêlin ev komkujî bê nixumandin û tarîkirin.