'Eger Çemê Dîcleyê bi rengekî azad biherike, wê Heskîf jî rizgar bibe!'
Endama Komeleya Xwezayê Dîcle Tûgba Kiliç a li ser Çemê Dîcleyê lêkolînan dike ragihand, dîroka şaristaniyê û cihêrengiya biyo ya li qiraxa Çemê Dîcleyê wê ji ber Bendava Ilisûyê tine bibin.
FERHAT ARSLAN
ÊLIH
duşem, 16 gulanê 2016, 07:16
Endama Komeleya Xwezayê Dîcle Tûgba Kiliç a li ser Çemê Dîcleyê lêkolînan dike ragihand, dîroka şaristaniyê û cihêrengiya biyo ya li qiraxa Çemê Dîcleyê wê ji ber Bendava Ilisûyê tine bibin.
YEKANE ÇEMÊ BI RENGEKÎ AZAD DIHERIKE DÎCLE YE
Kiliç da xuyakirin, ku bi tenê Dîcle maye bi rengekî azad diherike û diyar kir, Bendava Ilisûyê, tevî bandora xwe ya li Heskîfê, di heman demê de gefê li celebên çûkan ên li herêma Şat ul Arab û Bedewiyên Avê jî dixwe.
Kiliç got, "Dîcle çemê dawî ye ku li welatê me bi rengekî azad diherike. Ji Torosan der dibe û ji nava çiyayên bilind, avhewaya sar, deşt û newalan xwe digihîne çola Ereb û li Basrayê diqede. Ya rast, çemekî kurt e. Lê belê avhewaya xwe gelekî û diguhere. Ji ber vê yekê ji cihê Dîcle lê derdibe heta Basra a lê diherike nava deryayê, cihêrengiyeke dewlemend heye. Li her cihê çem jê derbas dibe, celebên cuda yên çûkan, cureyên cuda yên zindiyan tê dîtin. Heskîf ji bo mirovên me yên li vir girîng e. Lê bi qasî vê griîngiyê, ji vir heta Basrayê, li herêma bi Çemê Firatê re dibe li Şat ul Arab, li herêma ku çûkên ji welatê me û Ewropayê koç dikin, ji bo Bedewiyên li derdora wê dijîn û ji bo masiyên li Kendava Basrayê jî gelekî girîng e."
EM Ê ÇEMÊ DÎCLEYÊ Û HESKÎFÊ BIGIHÎNIN SIBEROJÊ
Kiliç ragihand, li şûna çêkirina Bendava Ilisûyê, ji bo ronîkirina wargehên li qiraxa Çemê Dîcleyê hatine çêkirin, baştir e xebatên arkeolojîk werin destpêkirin.
Kiliç işaret bi xemsariya li dîrokê hat kirin got, "Qîmeta didin Heskîfa ji hezaran salî, mirov dikarin di xebatên restorasyonê de jî bibînin. Berhemên ji 10 hezar salî, radibin bi betonên ji rêzê restor dikin. Gelek aliyên vê restorasyonê, herifî ye, şikestiye. Ziyana li keleha berê li pêş çavan e. Heskîf ji niha ve tê tinekirin. Çemê Dîcle bi kanên ji xîzê tê tinekirin. Çemê herî dawî yê li welatê me bi awayekî azad diherike, Çemê Dîcle ye. Lewma divê ev herikîna azad bê parastin. Em dixwazin vê erdnîgariya ku bi dewlemendiya xwe ya dîrokî, çandî, civakî û cihêrengiya biyolojî ji me re weke mîrate maye, ji nifşên nû re bihêlin û xwedî li mafê xwe yê herikîna bi rengekî azad derkevin."