Dîmenên çalakiya li hemberî leşkerên Tirk
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, dîmenên çalakiya roja 2'ê Gulanê ya li hemberî leşkerên li 2 girên li deşta Xapuşkê ya navçeya Colemêrg Geverê bi cih bûbûn, weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, dîmenên çalakiya roja 2'ê Gulanê ya li hemberî leşkerên li 2 girên li deşta Xapuşkê ya navçeya Colemêrg Geverê bi cih bûbûn, weşand.
Di dîmenên ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ve hatin weşandin de xuya dike; gerîlayên ji baskê yekemîn ve dikevin nava tevgerê, xwe ber digihînin ser gir û 3 kozikan ji holê radikin.
Baskê duyemîn ê gerîla jî, li 2 kozikan û konan dixe û wan îmha dike.
Dema derb li girê duyemîn tê xistin, leşker yekser direvin.
Beriya niha hatibû ragihandin ku di çalakiyê de 12 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê her du gir di bin kontrola gerîla de man. Di dema çalakiyê de helîkopterên bi tîpa Kobra jî bi çekên giran li herêmê dan.
Roja 3'ê Gulanê bi desteka helîkopterên bi tîpa Kobra, artêşa Tirk bi 10 helîkopterên bi tîpa Skorskyk mirî û birîndarên xwe rakir.
Dîmenên vê çalakiyê ev in: