Dikandarên Şengalê: PDK nahêle em pêdiviyên jiyanî bînin Şengalê
Dikandarên Êzidî yên li Şengalê, nerazîbûn nîşanî astengiyên PDK derdixîne pêşiya wan dan û diyar kirin ku ev yek siyaseteke giştî ye li dijî civaka Êzidî.
Dikandarên Êzidî yên li Şengalê, nerazîbûn nîşanî astengiyên PDK derdixîne pêşiya wan dan û diyar kirin ku ev yek siyaseteke giştî ye li dijî civaka Êzidî.
Dikandarên Êzidî yên li Şengalê, nerazîbûn nîşanî astengiyên PDK derdixîne pêşiya wan dan û diyar kirin ku ev yek siyaseteke giştî ye li dijî civaka Êzidî.
Piştî civîna 11'ê Nîsanê ya serokê PDK'ê Mesûd Barzanî li bajarokê Sihêle yê Duhokê bi pêşmergeyên Êzidî re pêk anî, hin ji van pêşmergeyan zext li dikandarên li çiyayê Şengalê û bajarokê Sinûnê kiribûn ku tiştan nefiroşin PKK'yiyan.
Yek ji dikandarên Şengalê Hadî Hisên diyar kir ku ew dema tişt ji bo dikana xwe tîne rastî gelek astengiyên PDK’ê tê û wiha got: "Ji bo hefteyekê bi tenê destûra anîna 200 kîlo bacanan didin me. Vaye hûn jî rewşa me dibînin. Ji bo dikaneke tomerîfiroş ev gelekî kêm e. Em nikarin kîsekî şekir bînin. PDK ji me re dibêje 'hûn dişînin Rojava'. Eger wiha be, bila kerem bikin sînoê xwe asê bikin."
Hisên destnîşan kir, ku rewşa wan ji ber zext û astengiyên PDK'ê gelekî nebaş e û got, "Em dibêjin Serok gotiyê 'bila tişt derbas bibin'. Lê dibêjin 'em wî nas nakin'. Em dibêjin 'pêşmerge û yên parastinê gotine', carek din PDK'yî dibêjin 'ew ne pêşmergeyên me ne(ango ew pêşmergeyên Êzdîne), ew pêşmergeyên we ne."
Hisên bal kişand ser siyaset û nêzikatiyên li Şengalê tê kirin û wiha got: "Îro pêşmerge û gerîla Kerkûkê bi hev re diparêzin û şer dikin. Li Kerkûkê ti pirsgirêk dernakeve. Lê li Şengalê jî heman hêz hene, çima pirsgirêkan ji bo me Êzidiyan derdixînin? Bila vê pirsgirêkê çareser bikin. Dîsa em û şervanên YPG’ê bi hev re derbasî Rojava dibin. Ji bo şervanê YPG’ê dengê xwe dernaxin, lê ji ber em Êzidî ne ji bo me dibêjin 'hûn çima gel YPG’ê ne'. Ev siyaset bi taybetî li hemberî Şengalê tê meşandin."
Dikandarê bajarokê Sinûsê Xidir Hecî jî da xuyakirin, ku asayîşa Xabûrê ya li ser ava Dîcleyê, bi her awayî li pêşiya wan dibe asteng û wiha pêde çû: "Asayîşa PDK'ê nahêle em zebze, fêkî, xwarin û pêdiviyên jiyanî derbas bikin. Ev astengî tenê siyasî ye."
Hecî ragihand ku dema li welatekî şer û birçîbûn rû bide, welat û dewlatên cîran alîkariya wan dikin û got: "Di encamê de PKK'e jî hêzek û di hindirê çiyayê Şengalê de dijî. Ev dikan e, nikarim li vir siyasetê bimeşînim. Yekî PKK'ê were bêje ka avekê ez ê bidimê. Tiştên ku PDK’e nahêle em derbas bikin, bahaneya wan jî ew e ku dibêjin 'hûn derbasî Rojava dikin'. Deriyê Sêmalka, Tirkiyey, Lubnan girtî ne. Neçar in ku di Şengalê de pêdiviyên jiyanî bikevin nava Rojava."
Dikandarê bi navê Rêzan Selîm Yûsûf anî ziman ku anîna tiştekî ji Başûr êdî gelekî zehmet e û bal kişand ser astengiyên PDK'ê: "Êdî asayîşa PDK'ê ji bo me dibêjin '4 rojan carekê fêkî bînin'. Bi rastî jî ev zehmet e û êdî tişt gelekî biha bûne. Gelek mirov li çiyayê Şengalê û derdora wê dijîn. Şer heye, tişt têra me nake. Dibêjin bi qaçaxî derbasî Rojava dikin. Tiştek wisa tine ye, em bi tenê ji bo dikanên xwe tiştan dikirin. Her wiha bi hezaran pêşmerge li Şengalê ne, tên gel me tiştan dikirin."
Herî dawî dikandarê bi navê Xelef Hisên jî nerazîbûn nîşanî astengiyên PDK'ê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li çend dikandarên tomerîfiroş geriyam ji bo kirîna şekir. Ji min re dibêjin 'şekir nîne'. Şekir jî PDK nahêle derbas bibe."