Di salvegera 100. a Skyes-Picotê de Konferansa Kurdistanê
Bi boneya 100. salvegera Hevpeymana Skyes-Picot’ê, Hevserokê PYD Salîh Muslîm axivî, got: “Hin kes îlana federasyonê wek parçebûyin dinirxînin, em jî berevajî wê dibêjin demokratîkbûyin e.”
Bi boneya 100. salvegera Hevpeymana Skyes-Picot’ê, Hevserokê PYD Salîh Muslîm axivî, got: “Hin kes îlana federasyonê wek parçebûyin dinirxînin, em jî berevajî wê dibêjin demokratîkbûyin e.”
Konferansa ‘Di serdema globalîzmê de ber bi nasname û serxwebûna Kurdistanê ve’ ya di 100. salvegera Hevpeymana Skyes-Picot’ê de hate lidarxistin, destpê kir.
Di Konferansa li Zanîngeha Silêmaniyê de ji çar parçeyên Kurdistanê rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî, her wiha sosyolog û dîroknas-nivîskar Îsmaîl Beşîkçî, Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Cîgirê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qûbat Talabanî, Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm û gelek akademîsyen, nivîskar, dîroknas amade bûn. Dîsa, dîroknas-nivîskar ê DYA’î Profesor Noam Chomsky jî peyamek dîmenî şand.
Konferansa ‘Di serdema globalîzmê de ber bi nasname û serxwebûna Kurdistanê ve’ ya di 100. salvegera Hevpeymana Skyes-Picot’ê de hate lidarxistin, îro saet 09.30’an destpê kir.
Axaftina vekirina Konferansê, Berpirsê Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar kir, diyar kir ku serxwebûna Kurdistanê xeyalê gelê Kurd e, destnîşan kir ku wê bi peşmerge, şervan û hêzên gerîla re bigihêje serxwebûnê. Bextiyar nêzîkatiyên rojava yên tenê di milê leşkerî de jî rexne kir, diyar kir ku dema mijar dibe naskirina siyasî û statu wê demê Kurd bi tenê dimînin, bal kişand ku nêzîkatiya li Cinewê rê li xeteriyek wisa vedike.
BEXTIYAR: EM DAXWAZA AZADIYÊ DIKIN
Bextiyar wiha axivî: “Em daxwaza azadiyê dikin û ne minetê ti neteweyî ne. Îro em jî bi hêza peşmerge, gerîla û şervanên xwe ve dikarin serkeftin û serxwebûnê bi dest bixin.”
TALABANÎ: KURD WÊ BIGIHÊJIN SERXWEBÛNÊ
Piştî Mele Bextiyar, Cîgirê Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Qûbat Talabanî jî ev anîn ziman: “Gelê Kurd ev demek dirêj e bendewariya serxwebûnê dike. Serxwebûna Kurdistanê girîng e. Lê, îro li herêma Kurdistanê du rêveberiyên wek Hewlêr û Silêmanî derketine holê. Eger rewş ev be, em ê çawa bikaribin behsa serxwebûnekê bikin? Îro jî be, sibehê jî be, gelê Kurd wê di her şert û mercî de serxwebûna xwe bi dest bixe.”
MUSLÎM: EM Ê RÊ NEDIN SYKES-PÎCOT’EK DIN
Piştî axaftinan, wek qiseker Hevserokê PYD’ê Salîh Muslîm jî ezmûnên Rojava û asta siyaseta Kurd nirxand.
Muslîm diyar kir ku hin rexneyên wek ev îlanan beriya demê çêbûne tên kirin, wiha dewam kir: “Hin derdor îlana federasyonê wek parçekirinê dinirxînin, em jî berevajî vê dibêjin demokratîkbûyin e. Mînak em dixwazin li Cinewê jî bê nîqaşkirin û wek projeyek çareseriyê bê dîtin, lê hin vê naxwazin. Dixwazin ti kesên din jî tevlî vê nebin û heta projeya me qebûl jî nakin.
Ji bo çareseriyek siyasî divê em li dora masê bin. Li pişt perdê hin hevdîtin bi me re jî pêk tên. Fikrên me dipirsin, lê em jî diyar dikin ku pêwîst e em li dora masê rûnin. Hin hez hene ku hevdîtinên Cinevê wek Sykes-Pîcotek nû li ser Kurdan ferz dikin, lê em ê destûra vê nedin.”
BEŞÎKÇÎ: WELATÊN 30 HEZAR KES LÊ DIJÎN QEDERA GELEKÎ 50 MÎLYON KESÎ DIYAR DIKIN
Panelîstê din jî sosyolog û dîroknas Îsmaîl Beşîkçî bû, got mabeyan Kurdan de 5 sînor hene, ev sînor ne Tirkan ne Farisan ne Ereban ji hev cihê dike, her pênç sînor jî Kurdan ji hev diqetîne.
Beşîkçî bal kişand ku hin parlamenterên li Konseya Ewropayê der heqê neguhertina sînorên Rojhilata Navîn destên xwe radikin, di dewletên ku nifûsên wan bi deh hezaran kesî ve tên ziman dijîn, lê ev kesana ji bo qeder û siberoja Kurdên ku nifûsa wan wek 50 mîlyon tê ziman diyar bikin daxivin. Beşîkçî got, “Pêwîst e Kurd vê mijarê çareser bikin” û destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî mêtingeriya dûr red dike, lê mêtingeriya li ser welatên wek Kurdistanê yekbûyî jî dipejirîne.
Di Konferansê de stran jî hatin guhdarkirin. Sibehê jî wê konferans bi panel û aktîvîteyên cuda bidome.