Di meha Gulanê de bîranîna şehîdan - Selahadîn Erdem

"Şehadet ji bo gel û tevgerekê pir girîng e. Şehîd îspat û nevegera têkoşînê, afirînerên ruh û îradeya gel in. Çawa ku axa bê şehîd nabe welat, wisa jî civaka ku ji dilê xwe şehîdên qehreman dernexe nikare bibe gel û netewe."

18 ê Gulanê Roja Şehîdên Kurdistanê ye… Wek tê zanîn ev roj roja şahedeta Hakî Karer e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wî digot: Ew mîna ruhê min ê veşartî bû!.. Meha Gulanê ku di her rojên wê de bi dehan şehîdên qehreman hene jî dibe Meha Şehîdên Kurdistanê. Di salvegera 39 an a şahedeta şehîdê yekê yê herî mezin Hakî Karer û di kesayetiya wî de tevahiya Şehîdên Meha Gulanê, wisa jî tevahiya şehîdên doza azadî û demokrasiyê bi hurmet û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em carekî din soza xwe ya pêkanîna mirasên wan dubare dikin.

Di vê roj û meha şehîdan de wek gel û tevger em bêhtir nêzîkê şehîdên xwe yên qehreman in, her wisa em bi vekirî îfade dikin ku meşa me ya azadiyê ya mezin hêzdartir û dijwartir berdewam dike. Em baş dizanin ku secereya ji Hakî Karer dest pê dike, bi Azad Sîser û Çekdar Amed an ve dewam dike. Wisa jî ku hejmara wan bi deh hezaran tê ziman, hêza ku me li ser piyan digire û ber bi azadiyê ve dimeşîne ew in. Li ser vê bingehê em xwedî li şehîdên xwe derdikevin û rojane bi dayîna şehîdan ve doza azadiya xwe bilindtir dikin.

Em baş dizanin ku di şoreşên Kurdistan û Tirkiyeyê de Meha Gulanê cihekî pir girîng a meha berxwedanê ye. Di 6 ê Gulana 1972 an de sê pêşengên şoreşa Tirkiyeyê Deniz Gezmîş, Yusuf Aslan û Hûseyîn Înan li zindana Mamakê hatin îdamkirin. Îbrahîm Kaypakkaya jî di 18 ê Gulana 1973 an de li zindana Amedê di êşkenceyê de hat qetilkirin. Mahîr Çayan û hevalên wî jî ji bo astengkirina îdaman dikevin nav tevgerê û di 30 ê Adara 1972 an de li Qizildereyê hatin qetilkirin. Dîsa Sînan Çemgîl û hevalên wî di Gulana sala 1972 an de li Nurheqan hatin qetilkirin. Wisa jî meha Gulanê bû Meha Şehîdên Şoreşa Tirkiyeyê.

Tê zanîn ku meşa Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad a li dijî cuntaya leşkerî-faşîst a 12 ê Adara 1971 ê wiha dest pê kir. Dîse tê zanîn ku ev meş li ser bingeha berxwedana gerîla hat destpêkirin. Vaye berxwedana azadiyê ya PKK ê ya li Kurdistanê dibe berdewamiya wê qehremaniya hatî destpêkirin û dûmahîka wê ya li Kurdistanê ye. Derketina Rêbertiya gelê kurd Abdullah Ocalan û meşa wî ya azadiyê jî li ser vê bingehê tê himatê. Bi tevahî xwedîderketina li bîranînên şehîdên Meha Gulanê û hewldana pêkanîna daxwazên wan îfade dike.

4 sal piştî şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya di 18 ê Gulana 1977 an de Hakî Karer ku yek ji damezrînerê PKK ê ye li Dîlokê şehîd dikeve. Tê zanîn ku egera PKK kiriye partî û ber bi bikaranîna çekan ve ajotiye jî ev qetilkirin e. Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan dibêje: PKK rêxistinbûna bîranîna Hakî Karer e. PKK ê wek partiya şehîdan pênase dike û dide zanîn ku şehîd bi nasnameya PKK ê ve dijîn. Herwiha ev meşa mezin a azadiyê ku di bin pêşengiya şehîdan de dest pê kiriye bênavber 39 sal in li rêya xwe berdewam dike. 

Êdî di her salvegerên 18 ê Gulanê de têkoşîna azadiyê bilindtir dibe, ev jî rê li ber şehadetên nû vedike. Di 19 ê Gulana 1978 an de Halîl Çavgun li Hîlvanê bi hevkariya polîs û faşîstan ve tê qetilkirin. Abdulkadîr Çubukçu jî di 1 ê Gulana 1982 an de li Beyrûtê di bombardûmana Îsraîlê de şehîd dikeve. Di 17 ê Gulana 1982 an de jî berxwedana Ferhat Kurtay û hevalên wî zindana Amedê ronî dike. Li ser vê bingehê doza azadiya Kurdistanê digihîje asta berxwedana gerîla. 

Hêj di amadekariya şerê gerîla û di dema gavên yekê de di 2 ê Gulana 1983 an de fermandarê berxwedana Hîlvan û Siwêregê Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn li Qendîlê şehîd dikevin. Piştî raperîna gerîla ya di Tebaxa 1984 an de di 1 ê Gulana 1985 an de Ramazan Kaplan û yekîneya wî li Xerzan di encama şerekî de şehîd dikevin. Êdî her Gulan û mehên Gulanê dibin şahidên berxwedanên mezintir, hêjmarên şehîdan zêde dibin û Gulan digihije rastiya xwe ya dîrokî ya şehîdan.

Mirov dikare hind şehadetên ku wek werçerxan di dîrokê de cih girtine jî wiha rêz bike: Di 11 ê Gulana 1992 an de Hozan Mizgîn li Tetwanê bi qehremanî li ber xwe dide û şehîd dikeve. Di Gulana 2007 an de Erdal li Enqereyê di çalakiya parastina Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan de, di 9 ê Gulana 2009 an de jî Şîrîn Elemhulî û hevalên wê li Îranê di encama îdamê de şehîd dikevin. Mîlîtanên fedayî yên mezin Êrîş û Andok yên agirê berxwedana 2012 an pê dixin jî di 27 ê Gulanê de li Qeyseriyê şehîd dikevin. 

Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li ser esasên berxwedana qehremanî di sala 39 an a şehîdan de jî li berxwedana mezin û dayîna şahedetan berdewam dike. Di berxwedana li dijî DAIŞ ê de li Şengal û rojavayê Kurdistanê di encama berxwedana qehremanî de bi dehan, bi sedan qehreman şehîd dikevin. Hêzên azdiyê yên Kurdistanê li ser rêça Arîn Mîrkan û Rubar Qamişloyan li dayîna şahadetên mezin berdewam dike. 

Bêguman sala herî mezin a berxwedana 39 an a şehîdan berxwedanên Cizîr û Sûrê ne. Herwisa jî şehîdên ku berxwedana Cizîr û Sûrê afirandine navên xwe bi herfên zêrîn di dîroka azadiya me de nivîsandine. Botan, Gelhat, Newal, Berfîn, Çiyager, Zamanî, Sêvê û Rûken wek peyhatiyên Seyîd Riza, Îbrahîm Kaypakkaya, Kemal Pîr û Alî Çîçekan ku li ber dijmin serî netewandin, wisa jî bûyîn gulên sor ên gerîlayên Kurdistanê li aliyê din Mehmet Tunç, Asya Yûksel û yên wek Pakîze Nayir jî bûyîn rûspiyên gelê kurd û jêderka rûmetê ne.

Bi rastî jî pêşengên bêmirin ên berxwedana mezin a Cizîrê Mehmet Tunç û Asya Yûksel wê ti carî neyêne jibîrkirin û heta gelê kurd hebe her dem birûmet û rêzdarî bêne bibîranîn. Ew li gel Pakîze Nayir bûyîn sembolên Meclîsên Gel wisa jî dan nîşan ku li ser bingeha meclîsan birêxistibûyîna civaka demokratîk dikare bê pêşxistin û dane nîşanê dost û dijminan ku gelê me dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Gelê me wê deyndariya xwe ya ji wan qehremanan re bi avakirina meclîs û komûnan ve li ser bingeha neteweya demoktratîk pêk bîne.

Niha em bi berxwedanên Nisêbîn û Şirnexê sala 40 an a şehîdan jî bi şoreşa demokratîk a xweseri ve pêşwazî dikin. Di vê meha Gulana 40 an a şehîdan de jî gelê kurd şahadetên mezin dide. Bi taybetî jî Azad Sîser û Çekdar Amed yên di 2 ê Gulanê de li Lîcê şehîd ketin di sala 40 an a şahîdan de rêya têkoşîna azadiyê ronî dikin. Qehremanên mezin ên di pêvajoya berxwedana Cizîrê de cih girtin jî awayê berxwedana di demên pêş de jî dane nîşanê me.  

Şehadet ji bo gel û tevgerekê pir girîng e. Şehîd îspat û nevegera têkoşînê, afirînerên ruh û îradeya gel in. Çawa ku axa bê şehîd nabe welat, wisa jî civaka ku ji dilê xwe şehîdên qehreman dernexe nikare bibe gel û netewe. Herwisa doz û tevgera ku şehîd nede jî bi ser nakeve û mayînde nabe. Herwiha artêşa şehîdan ya bi Hakî Karer dest pê kirî jî hemû nirxên tevgera me ya azadiyê îfade dike. Her yek ji wan wek afirandinên Rêbertiyê, duh, îro û sibeya me jî îfade dikin. 

Ji ber wê ye ku divê li ser bingeha gelan û tevgeran şehîd rast bêne fêmkirin û xwedî li wan bê derketin. Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan şehîdan wek: Rastiyên jîndar pênase kiriye û diyar kiriye ku di bin fermandariya şehîdan de meşa azadiyê tê domandin. Gelê kurd jî li şehîdên xwe yên qehreman xwedî derketiye û heta îro hatiye. Her dem hêza hewcedîti di şehîdên xwe de dîtiye. 

Di vê meha şehîdan de jî wê goristanên şehîdan her roj bên ziyaretkirin, civîn û çalakiyên bîranînê bên lidarxistin.

Divê bêtir li ser jiyan û têkoşîna şehîdan bê rawestîn, divê di asta herî bilind de bên têgihiştin û fêmkirin. Divê li ser rêça şehîdan xwerexdayînên ji dil bên kirin û wisa jî ber bi raperîna mezin a şoreşgerî ve bimeşin. Wê serketina sala 40 an a şehîdan jî li ser vê bingehê bê afirandin. Lewre rastfêmkirina şehîdan û bikaranîna rêzikên wan misogeriya serketinê ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA