BI DÎMEN

"Cîbûrî ji me re got, ew dixwaze em vegerin Bexdayê"

Parlamenterê Tevgera Goran ê Iraqê Emîn Bekir diyar kir, Cîbûrî ji wan re ragihandiye ku bêyî Kurdan Parlamenta Iraqê nikare bixebite û got, "Fraksiyonên Kurd hînê biryara vegera li Bexdayê nedane."

Parlamenterê Tevgera Goran ê Iraqê Emîn Bekir der barê serdana Serokê Parlamenta Iraqê Selîm Cîbûrî ya li Iraqê de axivî û diyar kir, Cîbûrî ji wan re ragihandiye ku bêyî Kurdan Parlamenta Iraqê nikare bixebite. Bekîr got, "Fraksiyonên Kurd hînê biryara vegera li Bexdayê nedane."

Bekir da xuyakirin, ku pirsgirêkên li Iraqê rû didin ji ber ber siyaseta mezhebî ne û got, "Dewleta Tirk hewl dide feraseta xwe ya siyasî ya Panîslamîzmê bi rêya Erebên Sûnî bixe meriyetê. Dewleta Îranê ya li hemberî vê yekê dixwaze Şîa li ser desthilatdariyê bimîne, destekê dide hin hêzên Şîa û dixwaze hebûn û bandora xwe bidomîne. Îran naxwaze desthilatdariya Şîa hilweşe."

'EM Ê ROJA DUŞEMÊ BIRYARA XWE BIDIN'

Emîn Bekir diyar kir, der barê vegera li Bexdayê de fraksiyonên Kurd wê roja Duşemê ewilî bi payebilindên partiyên xwe bişêwirin, piştre jî li hev bicivin. Bekir destnîşan kir, ku ew ê di van civînan de helwesta xwe ya dawî ya li ser vegera Bexdayê diyar bikin û ji raya giştî re ragihînin.

'JI BO EM VEGERIN, DIVÊ HEMÛ MAFÊN GELÊ KURD BÊN DAYÎN'

Bekir da xuyakirin, ku ji bo vegera wan divê dewleta Iraqê hemû xalên lihevkirinê yên di peymana sîstema federal de cih digirin bi cih bîne û temamiya mafên gelê Kurd bide. Bekir got, "Beriya her tiştî divê mafên destûra bingehînî yên gelê Kurd bi cih werin anîn. Bi taybetî divê mijara xala 140., pêşmerge û budçeya herêma Kurdistanê bi rengekî cidî werin nirxandin. Me jê re ragihand, ku weke Tevgera Goran derdê me ne wergirtina çend wezaretan e. Kar û daxwaza me ya destpêkê ew e, ku heta Iraq bi temamî bibe dewleteke federal, hemû mafên destûra bingehîn ên Kurdan ku ji sedî 20 ê nifûsa temamiya Iraqê ne, bên naskirin. Divê destketiyên neteweyî li pêşiya her tiştî bin."

'ÎRAN Û TIRKIYE KRÎZA LI IRAQÊ KÛRTIR DIKIN'

Emîn Bekir da zanîn, ku aktorên sereke yên krîza siyasî ya li Iraqê dewletên Îran û Tirkiye ne û ev nirxandin kir: "Li Iraqê, di serî de Ereb, Kurd, Tirkmen û Xiristiyan gelek gel dijîn. Ev hemû pêkhateyên etnîkî, li gorî berjewendiyên xwe siyasetê dimeşînin. Lewma pirsgirêk kûrtir dibin û dewleteke yekbûyî ya Iraqê nikare ava bibe. Dewletên Îran û Tirkiye jî, ku van hêzan bi rê ve dibin, dema tevlî kar dibin, wê demê rewş dixitime. Dewleta Tirk hewl dide feraseta xwe ya siyasî ya Panîslamîzmê bi rêya Erebên Sûnî bixe meriyetê. Dewleta Îranê ya li hemberî vê yekê dixwaze Şîa li ser desthilatdariyê bimîne, destekê dide hin hêzên Şîa û dixwaze hebûn û bandora xwe bidomîne. Îran naxwaze desthilatdariya Şîa hilweşe."

'DERDÊ ME KURDAN, DIVÊ NE WERGIRTINA ÇEND KURSIYAN BE'

Bekir bal kişand ser krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir, ku divê derdê Kurdan ne wergirtina çend wezaretan, zêdekirina çend kursiyên li Bexdayê be.

Bekir diyar kir, ji ber ku Başûrê Kurdistanê di nava xwe de feraseteke demokratîk nafirandiye, nikare siyaseta li Iraqê jî bi rê ve bibe û got, "Em li dû atmosfera siyasî ya heyî tên kişandin. Nêzî 8 meh in parlamenta me naxebite. Serokekî me yê herêmê, li gorî destûra bingehîn nîne. Her tişt bi feraseteke de facto ya rêveberiyê tê meşandin. Kengî me pirsgirêkên li nava xwe çareser kir, hingî em dikarin li Iraqê bibin hêza çareseriyê. Heta ku em li Başûrê Kurdistanê di nava partiyên siyasî de tifaqê çênekin û berjewendiyên neteweyî dernexînin pêşiya her tiştî, em ê nikaribin di nava vê siyaseta xumamî ya li Iraqê de mafên Kurdan û serxwebûnê bi dest bixin. Em ê neçar bimînin qîma xwe bi rewşa heyî ya federal bîne."