Cenazeyê şervanê YPG'ê Elî hat veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Metîn Elî bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Metîn Elî (Sefqan) ê roja 14'ê Gulanê di teqîna li Qamişloyê de jiyana xwe ji dest da, ji Nexweşxaneya Roj hat wergirtin û radestî gelê ji Serêkaniyê hatibû, hat kirin. Girseya gel piştre bi konvoyeke ji gelek wesayîtan berê xwe da Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî ya li bajarê Dirbêsiyê.

Li şehîgehê, piştî merasîma leşkerî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Îda Casim, li ser navê TEV-DEM'ê Xalid Xelo û li ser navê Alimên Baweriyê yên Serêkaniyê Şêx Idrîd Idrîs axivîn.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya Elî hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Dûre cenaze li ber qîrîna dirûşme û tilîliyan hat veşartin.