Cenazeyê Kaya yê li Sûrê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin spartin axê

Cenazeyê Mehmet Kaya yê 55 salî, ku li navçeya Amed Sûrê beriya 3 mehan ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin, piştî teşxîskirina hat veşartin.

Cenazeyê Mehmet Kaya yê 55 salî, ku li navçeya Amed Sûrê beriya 3 mehan ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin, piştî teşxîskirina hat veşartin.

Mehmet Kaya yê 55 salî, beriya niha bi 3 mehan li navçeya Amed Sûrê, dema derdiket ser banê xaniyê xwe, di encama êrîşa çeteyên Qesrê de ji ber guleya li serê wî ketî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaya roja 27'ê Nîsanê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî û li vê derê ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin. Piştre li Goristana Deriyê Mêrdînê yê li navçeya Amed Yenîşehîrê hat veşartin. Di merasîma cenaze de rêveberên MEYA-DER'ê, malbat û xizmên Kaya amade bûn.

Serdanên sersaxiyê yên ji bo malbatê wê li Mala Şînê ya Mazidagê bên qebûlkirin.