Bi hezaran kes koçî Efrînê dikin
Penaberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, cara sêyemîn e koçî Efrînê dikin.
Penaberên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê, cara sêyemîn e koçî Efrînê dikin.
Ji herêma Şehba û bajarên din ên Sûriyeyê, bi hezaran kes ji ber bomberdûmanê koçî Kantona Efrînê dikin. Ev koça ber bi Efrînê pêla sêyemîn e.
Li gorî qeyda li bendên kontrolê yên asayîşê hatin kirin, 243 jin û zarok û 1330 mêr duh derbasî nava Kantona Efrînê bûn. Piraniya koçberên hatin Efrînê ji herêmên Ezaz, Cerablûs, Minbic û Şehbayê, her wiha ji Heleb, Dêra Zor û Reqqayê ne.
Di mehên Sibat û Nîsanê de bi hezaran penaberan ji şer û êrîşên hewayî reviyabûn û koçî Kantona Efrînê kiribûn.