Navenda bajarê Şirnexê ji 14’ê Adarê ve ji êrîşên qirker ên çeteyên AKP/Qesr û berxwedana bi heybet a hêzên YPS/YPS-JIN’ê re dibe şahid. Hêzên dewletê yên nikarin berxwedanê bişkînin, bi çekên giran û teqemeniyan bajar hildiweşînin. Di van êrîşan de cihên dîrokî û navendên baweriyê hatibûn hedefgirtin.
BI TALÎMATA ERDOGAN VE BOMBEKIRINA BÊNAVBER
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di civîna 6’ê Nîsanê ya bi keyayan re ev talîmata dabû: “Pêwîst be wê avahî ji dûr ve bên hilweşandin.”
Taxên ku berxwedana xwerêveberiyê lê didome, bi tank, top, obusan ve bênavber tê bombekirin. Di vê çarçoveyê de piraniya avahiyên li taxên Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Yeşîlyûrt, Yenî û Bahçelîevlerê hatin hilweşandin.
Ji bilî taxên berxwedanê, bi sedan malên li taxên Aydinlikevler, Tekser, Vakifkent, Gundogdû û Şehr-î Nûh jî ji ber bombekirinan bêkêr bûn. Avahiyên bilind ên li van taxan jî wek biryargehên sekvanan tên bikaranîn. Gel jî darê zorê ji malên xwe tên derxistin û ji bajêr tên dûrxistin.
DÎMEN DEREWÊN WAN DATÎNIN HOLÊ
Medyaya AKP/Qesrê rastiyan berevajî dikin û ji bo berpirsiyariya hilweşandinê bera stûyê berxwedêran bidin ev îdîayê davêjin holê: “YPS’î tevahî bajar bi teqemeniyan tijî dikin.” Tevî vê jî rastî veşartî namînin û wêneyên ji cihên cuda yên bajêr hatine kişandin, dîmen wek berpirsê hilweşandinê hêzên dewletê nîşan didin. Hêzên ku sûcên şer dikin, bêyî cudahiyekê bixe mabeyna mekanên olî û dîrokî bi her cure çekan xira dikin, bi dîmen û wêneyan hatin belgekirin.