Serokkomarê Iraqê Mahsûm bi YNK’ê re civiya
Serokkomarê Iraqê Fûat Mahsûm bi endamên polîtburoya YNK’ê re civiya.
Serokkomarê Iraqê Fûat Mahsûm bi endamên polîtburoya YNK’ê re civiya.
Serokkomarê Iraqê Fûat Mahsûm îro bi Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) re civiya. Mahsûm ji aliyê endamên polîtburoya YNK’ê Hakîm Kadir, Omer Ferhat, Hero Îbrahîm Ehmed û Reûf Ebdûllah Hate pêşwazîkirin. Hate ragihandin ku di hevdîtinê de Mahsûm ji ber hevdîtina mabeyna YNK’ê û Tevgera Goran de ew pîroz kirine. Hate diyarkirin ku Mahsûm bi rayedarên YNK’ê re li ser rewşa herî dawî ya Iraqê, bê ka wê parlamenterên Kurd dîsa vegerin Bexdayê an na, axivîne.
Mahsûm, 17’ê Gulanê bi Sekreterê Giştî yê Komaleya Îslamî Alî Bapîr û Sekreterê Giştî yê Partiya Yekgûrtiya Îslamiya Kurdistanê Mihemed Ferec re hevdîtin pêk anîbû. Serokkomarê Iraqê Fûat Mahsûm duh jî derbasî Silêmaniyê bibû û li vir bi lîderê Tevgera Goranê Nûşîrwan Mûstafa re hevdîtin pêk anîbû.