Şêrîn Osman: Federasyon çaresariya aloziya Sûriyeyê ye
Endama Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava –Bakurê Suriyeyê Şêrîn Osman bûyerên dawî yên li Rojava diqewimin, ji ANF'ê re nirxand.
Endama Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava –Bakurê Suriyeyê Şêrîn Osman bûyerên dawî yên li Rojava diqewimin, ji ANF'ê re nirxand.
Endama Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Rojava –Bakurê Suriyeyê Şêrîn Osman bûyerên dawî yên li Rojava diqewimin, ji ANF'ê re nirxand.
Osman di destpêka axaftina xwe de diyar kir, ku hewldanên hikûmeta AKP'ê ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyeyê di bin navê piştgiriya Opozîsyona Sûriyeyê de ji demên berê zêdetir bûne, û got "Tevî ku hikûmeta AKP'ê piştgiriyê dide komên çete yên bi navê Tûgaya Sultan Murad, Ahrar Al-Şam, Cebhet Al-Nûsra, nikare li pêşiya vîna gelê me yê azadîxwaz raweste. Ji ber vê yekê, her ku hêzên YPG û QSD'ê serketinan bi dest dixe, hêrsa AKP'ê zêde dibe."
Osman wiha dewam kir: "Piştî ku AKP'ê dît Kantonên Kantonên Kobanê û Efrînê bervehev dibin, êdî deverên di bin kontrola QDS'ê de ne topebaran kir. Hêrsa AKP'ê her roj zêde dibû, heta ku gihişte asta ku komeke ji leşkerên xwe bişîne Herêma Al-Şehba û qaşo çalakiyakê li dijî DAIŞ'ê pêk bînin."
Şêrîn Osman da zanîn, ku ew çalakî ne li dijî DAIŞ'ê ye û got: "Nêzî du salan DAIŞ li ber sînorê Tirkan bû, li Girê Sipî û Cerablûsê, wê demê Turkiyê deriyên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê re vekirîbû, birîndarên DAIŞ'ê li nexweşxaneyên Tirkiyeyê dihatin dermankirin û ji deriyên sînor re alîkarî ji wan re dihat dayîn. Lê niha piştî ragihandina sîstema Federesyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê AKP'ê ew lîstok lîst û dixwaze 'şerê DAIŞ'ê' bike. Ne raste, yê ku şerê DAIŞ'ê bi rastî dike Kurd in. AKP nedixwaze axa Rojava bi hev gihê. AKP li dijî vîna gelan şer dike ne li dijî DAIŞ'ê. Lê gelên xwedî îrade binpê nabin."
PDK LI SER RÊYA AKP'Ê YE
Osman di axaftina xwe de destnîşan kir ku AKP'ê pir caran gotiye eger Kurdistanek li Afrîka bibe, wê li wir şerê wê bikin, lê AKP'ê bi rayedarên KDP'ê re li hev dikin û bi hev re hevkar in.
Osman got: "Nexwe Kurdewarî di rayedarên PDK'ê de tine ye. Ji ber wê dikarin li hev bikin û di pir mijaran de bi hev re hevkar in. Girtina deriyê Sêmalka piştî girtina deriyê Mûrşidpînar bû, ango herdu li hember Rojava hevkarên hev in. PDK'ê xwe xistiye rêza AKP'ê. AKP'ê jî gotiye eger Kurdistanek li Afrîkayê hebe, em ê şerê wê bikin. Êdî bila PDK nebêje em Kurd in û armanca me serxwebûna Kurdistanê ye. Bi dijminê sereke yê Kurdan re yekrêz in. Êdî ne ji mafê PDK'ê ye bi navê Kurdan baxive."
Osman anî ziman ku mesaja PDK'ê ji girtina deriyê Sêmalka gihaye wan û helwesta PDK'ê jî hatiye fêmkirin. Osman destnîşan kir ku wê berxwedanî her tim rêya wan be û got: "Girtina Deriyê Sêmalka di roja ragihandina Federasyonê de ji bo me mesajeke. Bersiva me jî ji îradeya gelê me tê. Tevî ambargoya li ser me pêkanîn, em dikarin azad bijîn. Yên ku ruhê xwe dikin feda ji bo vê axê, ne ji birçîbûnê û ne ji mirinê ditirsin. Em ê azad bijîn li gor derfetên di destê me de."
SÎSTEMA FEDERASYONÊ LI GELEK DEWLETAN HEYE, EV NE PARÇEBÛNA DEWLETÊ YE
Osman di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Federasyona li Rojava – Bakurê Sûriyeyê sîstemeke xwerêvebirinê ye û diyar kir, berevajî îdîayên dijminên Kurdan ev Federesyon parçebûna axa Sûryeyê nîne. Osman got: "Bingeha projeya me, temsîla îradeya rast a pêkhateyan e. Federasyona ku me ragihand, hemû pêkhateyên li Bakurê Sûriyeyê cihê xwe tê de girtin piştî ku bi erênî nirxandin. Li gelek welatên cîhanê Federasyon wek sîstemeke Rêveveberiyê tê bikaranîn. Ew welat qet parçe nebûne. Em jî dibînin ku piştî ewqas xwîna li axa Sûriyeyê hate rijandin ji bo rakirina sîstema navendî ya dewletê, xwerêveberina li ser esasê sîstema Federasyonê çareseriya aloziya Sûriyeyê tevahî ye."
EW KUJER IN, NE OPOZÎSYON E
Osman der barê mijara civîna Cenevre-3 de diyar kir ku çeteyên bi çekên kîmyawî li sivîlan didin, mafê wan nîne li devre bi navê gelên Sûriyeyê baxivin. Osman da xuyakirin, ku ew kes tenê koleyên hin dewletên navneteweyî yên weke Tirkiye û Erebîstana Siûdî ne.
Osman got, "Ceyş Al-Îslam bi navê opozîsyonê qaşo nûnertiya gelên Sûriye ye li civîna Cenevre-3 kir. Lê bi çekên kîmyewî li Kurd û Ereban dan. Li Şêxmeqsûdê bi çekên kîmyewî zarok kuştin. Yê ku zarokan bi kîmyewî dikuje, nabin nûnerê gelan be. Ew tenê kujer in, ne ji mafê kujeran e nûnertiya gelên azadîxwaz bikin. Ew kujer çeteyên hin dewletên nevneteweyî ne."