Bi armanca şermezarkirina girtina deriyê sînor ê Sêmalka ku ji aliyê PDK'ê ve hat girtin, girseya gel ji Silêmaniye, Hewlêr û gelek deverên Başûrê Kurdistanê bi rê ket û gihaşt Duhokê.
Meşa protestoyî ya ji bo şermezarkirina girtinê deriyê Sêmalka, ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve di salvegera Peymana Sykes-Picot de tê organîzekirin, destpê dike. Gelek partî û rêxistinan berê xwe dan Sêmalka. Gelê li Duhokê li hev dicive, wê ji vê derbasî Deriyê Sînor ê Sêmalka bibe.
'GIRTINA SÊMALKA DEWAMKIRINA SYKES-PICOT E'
Tevgera Azadî bi xurtî tevlî meşê dibe. Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir ji ANF'ê re axivî û got, "Em ê nehêlin ti kes sînoran bixin nava welatê me."
Şakir da xuyakirin, ku bi Sykes-Picot ve Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin û her şêwe komkujî û asîmîlasyon li gelê Kurd hatiye kirin û destnîşan kir, ku ew ê êdî destûrê nedin vê yekê.
Şakir got, "Rewşa îro ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê nîşan dide ku gelê me ev siyaseta parçekirinê pûç kiriye. Lewma em ê jî heta dawiyê di nava vê têkoşîna gelê xwe de cih bigirin. Em îro li ser banga KNK'ê tevlî vê meşê dibin. Jİ ber ku PDK li hemberî Rojava siyaseteke gemarî dimeşîne. Bi girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka ve ambargoyê datîne ser Rojava. Ev yek ne tenê bi çûn an jî neçûna alîkariya aborî ve eleqedar e. PDK bi vê pêkanîna xwe ve Sykes-Picotê didomîne. Ev yek rewşeke trajîk e ku partiyek ji xwe re dibêje 'Ez partiya Kurd im' li hemberî parçeyekî Kurdistanê tevdigere. Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin û şermezar dikin."
Şakir ragihand, ku piştî girseya gel a ji deverên din bi rê ketiye bigihêje Duhokê ew ê berê xwe bidin Sêmalka û li wê derê xwe bigihînin gelê ji aliyê Rojava ve tê.
TEVLÎBÛNA XURT
Çalakiya ku ji aliyê KNK’ê ve hat organîzekirin, li gel tevlîbûna YNK; Tevgera Goran, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, HDP, Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Hizba Pêşvero ya Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Rizgariya Kurdistanê, jî nûnerên gelên Yarasan û Komeleya Mafê Mirovan jî piştgirî dan çalakiyê.