'Me karekî baş kir, em ê vî karê xwe dewam bikin'

Weşanên Aram, piştî Wanê li Fûara Pirtûkan a Amedê jî bû hedefa polîsên Tirk. Edîtora weşanxaneyê Emîne Zozan Ozkeskîn da xuyakirin, ku ew rastiya jiyanê pêşkêşî xwendevanan dikin û ew ê vî karê xwe bidomînin.

Weşanên Aram, piştî Wanê li Fûara Pirtûkan a Amedê jî bû hedefa polîsên Tirk. Edîtora Weşanên Aram Emîne Zozan Ozkeskîn da xuyakirin, ku ew rastiya jiyanê pêşkêşî xwendevanan dikin û ew ê vî karê xwe bidomînin.

Weşanên Aram, ji sala 1998'an û vir ve bi dehan pirtûk çap kiriye. Weşanxane herî zêde bala jin û ciwanan dikişîne. Herî zêde jî pirtûkên bîranînan ên ji aliyê weşanxaneyê ve hatine çapkirin, tên xwendin.

Pirtûkên herî zêde tên xwendin, di heman demê de dibin hedefa dewletê. Piştî Fûara Pirtûkan a Wanê, hêzên dewletê li 2. Fûara Pirtûkan a Amedê jî zext li weşanxaneyê kirin. Polîs hatin standa weşanxaneyê û posterên Gûrbetellî Ersoz û Sakîne Cansiz ên bi standê vekiribûn, jê kirin. Û ji edîtorên weşanxaneyê Emîne Zozan Ozkeskîn binçav kirin.

Ozkeskîn duh êvarê saet di 22:00 de hat berdan. Ozkeskîn bersiv da pirsên ANF'ê yên li ser mijarê.

'POSTERÊN JI STANDÊ KIRIN, WÊNEYÊN BERGÊ PIRTÛKAN BÛN'

Ozkeskîn bal kişand ser zextên ku ev 5 meh in zêde bûne û li ser êrîşa duh a polîsan got, "Li Wanê jî tiştekî bi heman rengî qewimî bû. Du caran avêtibûn ser standa me. Du caran îfadeya hevalê me girtibûn. Li vê derê jî, ji roja destpêkirina fûarê ve dest bi zextê kirin, em aciz kirin. Roja ewilî hatin û yek bi yek pirtûk kontrol kirin. Roja duyemîn dîsa hatin. Me jî nerazîbûn nîşanî wan dan û gotin, 'We duh kontrol kirin, çima hûn îro jî kontrol dikin?' Li ser vê yekê çûn. Lê belê me dît ku xwe nêzî afîşên li standê dikin. Timî wêneyên wan dikişandin û rê hev didan. Di demeke ku gelek mirov li dora standê kom bûbûn de hatin. Biryara lêgerînê nîşan dan. Lê belê di biryarê de dihat gotin; ji bo rakirina posteran serî li dozgeriyê hatiye dayîn, dozgeriyê ev serlêdan red kiriye, li ser vê yekê biryara lêkolînê ya 24 saetan hatiye derxistin. Lêgerîn kirin, afîş ji standê kirin û çûn. Piştre jî hatin ji min re gotin divê rapor were amadekirin û ez jî îmzeyê bavêjim binê vê raporê. Dûre ji min re gotin, ku ji bo îfadeyê divê biçim qereqolê û ez binçav kirin. Şopa tiliya min girtin û kontrola tenduristiyê kirin. Êvarê saet di 22:00 de jî ez berdan."

Ozkeskîn da xuyakirin, ku di dema îfadeyê de pirsa ewilî polîs lê kir 'Tu endama PKK'ê ye?' bû û got, "Gotin, posterên li standê mirovan teşwîqî çiyê dikin. Min jî jê re got, ew poster wêneyên bergê pirtûkan e û di vî warî de ti biryara qedexeyê nîne."

PIRTÛKÊN TÊN QEDEXEKIRIN JI WEŞANXANEYÊ RE JÎ NAYÊ RAGIHANDIN

Ozkeskîn da zanîn, ku piştî îlana şer, ew nikarin reklama pirtûkên xwe jî bikin û got, "Em bi awayekî tesadûfî pê dihesin ku pirtûk hatiye qedexekirin. Ozkeskîn diyar kir, li Kirşehîrê bi qasî 4 hezar pirtûkên wan hatine desteserkirin û aqûbeta wan nediyar e.

Ji bo pirsa "Hûn ê karibin bi vê sansura li hemberî xwe?" Ozkeskîn ev bersiv da: "Em li gorî hiqûqê, li gorî qanûnan weşankariyê dikin û rastiya jiyanê pêşkêşî xwendevanan dikin. Lê belê ev helwesta li hemberî me tê nîşandan, kêfî ye. Lewma, pêwîstî pê hebe em ê pirtûkên xwe li kolanan belav bikin. Weşanxane hîn bêhtir tê dîtin û xwe digihîne beşeke berfireh a civakê. Em tevlî hemû fûaran dibin. Xuya ye em karên baş dikin û ji ber vê yekê aciz in. Dixwazin me li derveyî fûarê bihêlin. Lê em li vir in û em bi ti cihî ve naçin."