Malbatên Roboskê dozê dibin DMME
Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskê, di 229. hefteya qetlîamê de dewam kir. Malbat ji ber Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta, ‘ewraq kêm e’ doza Roboskî red kiribû, dozê dibin DMME’yê.

Malbatên 34 ciwanên Kurd ên li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên Tirk bi bombekirinê hatin kuştin, di 229. hefteya qetlîamê de lêgerîna edaletê dewam kirin. Li ser navê malbatên ku li ser gorên xizmên xwe kom bûyî, Serokê Roboskî-Der Velî Encu axivî, got ji bo daraza failên qetlîama Roboskê wê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.
Encu biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a ku doza Roboskê bi hinceta “ewraq kêm in” red kiribû, wek “sosret” nirxand, destnîşan kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn ketiye nav helwestên daraza leşkerî û sivîl. Encu bi lêv kir ku sîstema hiqûqa Tirkiyeyê, ji bo “fihêlkirina” hikûmeta AKP’ê û Erdogan dixebitin, wiha dom kir: “Daraz û sîstema hiqûqê ya li Tirkiyeyê alîgir e, êdî bi tevahî şaxên xwe ketiye bin kontrola Erdogan û hikûmeta AKP’ê, ne darazeke serbixwe ye. Têkoşîna me ya hiqûqî, bi serlêdana me ya ferdî ya ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re wê bidome.”
Encu destnîşan kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan bi polîtîkayên xwe yên qetlîam û qirkirinê ve hewl dide sîstema “serokatiyê” praktîze bike, wiha dom kir: “Divê îro em ji bo ji derbeya Qesrê re bêjin ‘Na’ em kom bibin. Ji bo em karibin ji rakirina destlênedanan re bêjin ‘Na’, divê em li hev bicivin.”