Li Şirnexê wesayîta zirxî hate îmhakirin

Kepçeya zirxî ya dewleta Tirk dema hewl da bikeve Taxa Bahçelîevler a Şirnexê ji aliyê endamên YPS/YPS-JIN’ê hate îmhakirin, ajokarê wê hate kuştin.

Kepçeya zirxî ya dewleta Tirk dema hewl da bikeve Taxa Bahçelîevler a Şirnexê ji aliyê endamên YPS/YPS-JIN’ê hate îmhakirin, ajokarê wê hate kuştin.

Li Şirnexê kul i dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk berxwedana xwerêveberiyê 66 roj in dewam dikin, şer her ku diçe dijwartir dibe. Kepçeya zirxî ya ji bo barîqatan rakin anîn Taxa Bahçelîevlerê, ji aliyê endamên YPS/YPS-JIN’ê hate rûxandin. Hate hînbûn ku kepçe bêkêr bûye, ajokarê wê jî miriye. Hate ragihandin ku kepçe û ajokarê mirî di bin kontrola endamên YPS/YPS-JIN’ê de ye. Piştî îmhakirina wesayîta zirxî, şerên dijwar ên li Taxa Bahçelîevlerê dewam dikin.

Li Taxa Yenî ya 3 rojên dawî bênavber bi obusan tê bombekirin jî, ji danê sibehê ve li derdora Karayollari Bakim Merkezî şer didomin.

Dîsa, li taxên Îsmetpaşa û Gazîpaşa jî cih bi cih şer didomin.