Li Şirnexê şer giran e
Li Şirnexê, êrîşên dewleta Tirk ên 66 roj in bênavber dewam dikin, danê vê sibehê giran bûn.
Li Şirnexê, êrîşên dewleta Tirk ên 66 roj in bênavber dewam dikin, danê vê sibehê giran bûn.
Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî êrîşên qirkirinê di roja 66. de ye. Piştî êrîş û şerê giran ê duh, şev bêdeng derbas bû. Lê belê danê sibehê şer ji nû ve destpê kir.
Ji taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Aydinlikevlerê, dengê çekan tê. Maşînên zirxî jî bi çekên giran guleyan li taxan direşînin.
Hêzên dewleta Tirk hewl didin bikevin taxa Bahçelîevlerê. Li ser bersiva YPS/YPS Jinê şerekî dijwar li vir derket û ev şer hînê dewam dike.
Li taxên Dîcle û Yeşîlyûrtê jî, hêzên dewleta Tirk agir berdan gelek xaniyan. Dû bi ser taxan ve ketiye.
Hem li qada bejahî ya derdora bajêr hem jî li navenda bajêr liv û tevgera balafirên keşfê yên bêmirov û helîkopteran dewam dike.