Li Rojava şoreşa perwerdeyê
Li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê li Rojava, hebûna Kurdan bi xwe ji aliyê rejîma Baasê ve nedihat naskirin.
Li parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê li Rojava, hebûna Kurdan bi xwe ji aliyê rejîma Baasê ve nedihat naskirin.
Li Sûriyeyê, çalakiyên gel ên bi dirûşmên azadî, edalet û wekheviyê destpê kirin, piştî ku çete sewqî Sûriyeyê hatin kirin veguherî şerekî navxweyî.
Gelê Kurd jî ev pratîka hêzên derve û hêzên noker ên herêmî dît û li gorî vê yekê polîtîkayek afirand. Bi têkoşîna di çarçoveya perspektîfa xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hat meşandin, roja 19'ê Tîrmeha 2012'an ji Kobanê şoreşê destpê kir û li hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê belav bû.
Piştre, ji aliyekî ve li hemberî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ ên êrîşî kantonên Rojava dikirin berxwedan hat nîşandan, li aliyê din jî jiyana civakî hat avakirin.
Saziyên perwerdeyê yên li sê kantonên Rojava hatin vekirin, modeleke nû ya perwerdeyê pêşkêş dikin. Li saziyên perwerdeyê yên kantonên Rojava, ku sîstema perwerdeyê ya tekparêz a rejîma Baasê ji holê rakir, bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û zimanên din perwerde tê dayîn.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK), ji bo ji nû ve avakirina jiyana civakî dest bi vekirina dibistanan kir û bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî amade kir.
SZK'ê hewl da sîstema perwerdeyê li Rojava bide rûniştandin û aliyê din zimanê Kurdî li hemû dibistanên li Rojava fermî bû. Mufredata perwerdeyê ya ji zîhniyeta şoven a Baas a mêtînger hat guhertin. Gelek akademî û estîtu hatin avakirin.
Di 11'ê Tebaxa 2013'an de yekemîn akademiya ziman û wêjeyê bi navê Şehîd Ferzad Kemanger li Efrînê hat vekirin. Bi perwerdeya zimanê Kurdî ve mamosteyên li dibistanên herêmê perwerdeyê bidin hatin amadekirin. Bi pêşengiya SZK û Yekîtiya Mamosteyên Rojava di 28'ê Cotmeha 2013'an de yekemîn entîtuya wêje û zimanê Kurdî bi navê Şehîd Viyan vebû.
SZK'ê di 24'ê Cotmeha 2013'an de li Qamişloyê ji bo ziman, dîrok û wêjeya Kurd Akademiya Celadet Bedirxan vekir. Piştre enstîtuya Şehîd Viyan li Kobanê hat vekirin.
Di destpêka sala 2015'an de bi perspektîfa neteweya demokratîk gelek enstîtu hatin vekirin. Xebatên bi vî rengî li gelek deverên Rojava dewam dikin. Gelek akademiyên ramanê hatin avakirin. Di 29'ê Tebaxa 2013'an de li kantona Cizîrê Akademiya Zanistî û Ronakbîriyê ya Nûrî Dersîmê hat vekirin. Piştre navê wê bû Akademiya Nêrîna Azad û Zanistiyê.
Li kantona Cizîrê gelek şaxên vê akademiyê hatin vekirin. Di 4'ê Nîsana 2013'an de li Qamişloyê Akademiya Edalet, Hiqûq, Zanistî û Civakê ya Mezopotamyayê hat vekirin.
Di 24'ê Sibatê de li Qamişloyê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê vebû. Navê vê navendê piştre bû navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava. Li her bajarên Rojava Navendên Çand û Hunerê hatin vekirin.
PERWERDEYA BI KURDÎ Û EREBÎ
Li Rojavayê Kurdistanê, yek ji stûnên herî girîng ên xweseriya demokratîk, perwerdeya bi zimanê dayikê ye.
Perwerdeya bi zimanê dayikê ku di dema rejîma Baasê de li Kobanê bi dizî li malan dihat kirin, niha li navenda Kobanê û gundê wê veguheriye bi sedan dibistanan, xwe gihandiye bi hezaran mamoste ûb i deh hezaran xwendekaran. Li heman dibistanan bi zimanên Kurdî û Erebî perwerde tên dayîn.
Di sala 2012'and e li Kobanê xebatên Saziya Zimanê Kurdî bi mamosteyekî û 12 xwendekaran dihat meşandin. Lê niha ev xebata perwerdeya bi zimanê dayikê li navenda bajêr û gundan bi 1700 mamoste û li 200 dibistanan bi 20 hezar xwendekaran dewam dike.
JI BO EREBAN 7 DIBISTAN HATIN VEKIRIN
Ji bo Erebên li navenda Kobanê û gundên wê dijîn, heta niha 7 dibistan hatine vekirin û ji bo 2 dibistanên din bên vekirin kar dewam dikin.
Li van dibistanan perwerde bi zimanê Erebî ye û bi tenê dersek bi zimanê Kurdî tê dayîn. Li gundên Kurd û Ereb bi hev re dijîn, xwendekarên Kurd bi Kurdî yên Ereb jî bi Erebî perwerdeyê dibînin. Di heman demê de hemû xwendekar bi her du zimanan jî perwerdeyê dibînin. Li dibistanan li gorî polan ev ders tên dayîn:
Polên 1-3: Ziman (Kurdî yan jî Erebî), Matematîk, Muzîk, Wêne û Spor
Polên 4-5: Ziman (Kurdî yan jî Erebî), Zanyarî, Civaknasî, Matematîk, Wêne, Muzîk û Spor
Pola 6. û Lîse: Ziman (Kurdî yan jî Erebî), Matematîk, Zanyarî; Fîzîk, Kîmya, Neteweya Demokratîk, Erdnîgarî, Wêne, Muzîk û Spor.
Li van polan zimanên Îngilîzî û Fransî jî weke dersên biyanî tên dayîn.
TIRKMEN WÊ CARA YEKÊ BI ZIMANÊ XWE PERWERDEYÊ BIBÎNIN
Bi Şoreşa Rojava ve bawerî û gelên cuda, ji nû ve li jiyana xwe vegeriyan û bi ziman, nasname, çand û baweriya dijîn.
Mînak; Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Girê Spî, ji bo xurtkirina Şoreşa Rojava gaveke din avêt û ji bo ciwanên Tirkmen perwerdeyeke taybet organîze kir. Ev gav li ser daxwaza Tirkmenan a ji komîteya perwerdeyê hat avêtin. Bi vî rengî li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê yekemcar Tirkmen wê bi zimanê xwe, li ser çand û dîroka xwe perwerdeyê bibînin.
Ev dewreya wê 45 rojan dewam bike û li ser ziman, dîrok û çanda Tirkmenan ders bê dayîn, di hefteya pêş de wê bi 15 xwendekaran destpê bike.
DILSOZIYA BI OCALAN Û WÊNEYÊN BERXWEDANÊ
Di vê navberê de li AKademiya Şehîd Viyana Mara, bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî pêşangeheke wêneyan a ji 30 tabloyan hat vekirin. Wêne ji aliyê yek ji şagirtên akademiyê Rewşen Şêxo ve hat amadekirin.
Di wêneyan de mijarên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana Kobanê û çanad Kurd esas hatiye girtin.
Seroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê Nesrîn Kenan û alîkarên wê Zozan Diharo û Ebdulrezaq Elî jî Akademiya Şehîd Viyan ziyaret kirin û Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin.