Li Rihayê lîstika qirêj a li dijî PKK'ê

Dewleta Tirk li Wêranşarê 4 kes înfaz kir û ew weke PKK'yî nîşan da. Lê piştî demeke kurt ev derewa dewleta Tirk derket holê.

Dewleta Tirk li Wêranşarê 4 kes înfaz kir û ew weke PKK'yî nîşan da. Lê piştî demeke kurt ev derewa dewleta Tirk derket holê.

Di 13'ê Gulanê de li navçeya Riha Wêranşarê 4 kes hatin înfazkirin û Walîtiya Tirk a Rihayê û Midûriyeta Emniyetê ev înfaz weke "Şerê bi PKK'yiyan re" pêşkêşî medya hawiz kirin. Rastiya li pişt van nûçeyan derket holê. Beriya hefteyekê di medya hawiz de nûçeya "4 terorîstên PKK'yî yên li hişyariya 'bisekine' ya polîsan guhdarî nekirine û reviyan e" bi rengê "flaş" û "lezgîn" hat weşandin. 

Ev înfaza ku ji aliyê polîsan ve hat kirin, weke bûyereke 'şer' hat ragihandin û di vî warî de wêne hatin weşandin. Ji wêneyan jî tê fêmkirin, ku ev her 4 kes hatine înfazkirin. Di nûçeyên "flaş" ên medya hawiz de hat îdîakirin ku kesên PYD/YPG'yî amadekariya êrîşa li hemberî qeymeqamtî û midûriyeta emniyetê ya Wêranşarê dikirin. lê belê di wêneyan de xuya dibe ku 3 ji van kesan, bi guleyên li serê wan ketî hatine qetilkirin. Balkêş e ku di piyê yek ji van kesan de şimik heye. Daxuyaniyên walîtiyê û emniyetê yên li ser mijarê tijî nakokî ne. Piştî bûyerê li Wêranşarê 7 kes hatin binçavkirin. Balkêş e yên hatine binçavkirin jî Sûriyeyî û Ereb in. Her wiha, li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên bi birîndarî ji bûyerê rizgar bûn; ev her çar kes piştî ku ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin dengê teqînan hatiye û piştî binçavkirinê hatine înfazkirin.

LI GORÎ SENARYOYÊ BIRYARA 'NEPENÎTIYÊ' HAT DAYÎN

Ya ku senaryoyê û lîstika qirêj radixe pêş çavan jî, îfadeya kesên di lêpirsîna biryara 'nepenîtiyê' li ser hat dayîn hatin binçavkirin û qeydên raporan e. Ji van 7 kesên Ereb ên hatin binçavkirin, 4 kes piştre hatin girtin. Di raporên pêşkêşî dadgehê hatine kirin û tê îdîakirin ku kesên hatine înfazkirin wê çalakî pêk baniya de, balkêş e ku navê ti rêxistinê derbas nabe. Biryara nepenîtiyê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Yên hatine binçavkirin jî ti eleqeya xwe bi kesên hatine înfazkirin re nîne."

...