Li qiraxa Çemê Xabûrê berxwedana bav û kurekî

Di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de, ku zêdeyî 40 sal in li Kurdistanê dewam dike, bi deh hezaran dayik û bavan zarokên xwe spartine axê. Yek ji van bavan Abdurrahman Mûhammed Emîn e.

Di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de, ku zêdeyî 40 sal in li Kurdistanê dewam dike, bi deh hezaran dayik û bavan zarokên xwe spartine axê. Yek ji van bavan Abdurrahman Mûhammed Emîn e.

Kurê Mûhammed Emîn ê YPG'yî Huseyîn Mûhammed Emîn (Serhat) di Operasyona Şedadê de şehîd dikeve. Her çend êşa wî gelekî giran jî be, ew bavekî bi şens e. Xwe kiriye hevparê berxwedana kurê xwe. Qala kurê xwe, rûmeta xwe Serhat dike.

Malbata wî ji bo Serhat û şervanên din ên YPG'ê bûye moral. Bav Mûhammed Emîn qala çîroka berxwedanê ya li dijî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya 24'ê Sibatê dike. Ji bo kurê xwe dibêje "Rêya wî rêya min e, têkoşîna wî têkoşîna min e."

'BAV NEÇE, MORALÊ BIDE ME'

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 24'ê Sibata 2015'an de gundên Asûrî yên li qiraxa çemê Xabûrê yê li Til Temirê dagir kirin, çîroka kur Serhat û bav Addurrahman Mûhammed Emîn destpê dike. Gundê Şemoka yê bav û kur, cîranê gund Til Hirmiz ê Asûrî-Suryaniyan e ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin. Bi tenê 500 metre navbera wan heye. Çeteyên DAIŞ'ê li gundên Asûrî-Suryaniyan hovîtiyê dikin; gelek Asûriyên hewl didin ji gundan birevin qetil dikin, beşek ji wan jî esîr digirin. Her çend hêzên YPG'ê ji bo pêşî li pêşdeçûna çeteyan bigire yekîneyên xwe yên biçûk weke xeteke parastinê li navbera gundên çete lê bi cih bûn û Şemoka bi cih kir jî, hovîtiya çeteyan li nava şêniyên gundê Şemoka jî rê li ber tirseke mezin vekir. Şêniyên gund ên ji Kurd û Ereban pêk tê, koçî navenda Hesekê û gundên din kirin. Lê belê 5 malbatên Abdurrahman Mûhammed Emîn û malbatên birayên wî, gund naterikînin. Emîn diyar dike, ku di neterikandina gund de roleke mezin a kurê wî Serhat heye û dibêje: "Di navbera gundê me û Til Hirmiz de çemek derbas dibû. Tenê 500 metre bû navbera me. Şervanên YPG ji bo me biparêzin, li wir bi cih bûn. Piştre gundiyên me dest bi revê kirin. Demekê kurê min Serhat firsendek dît û hat cem me. Ji min re got, 'Bavo kî diçe bila biçe. Hûn neçin. Li vir, li gundê me bimînin û moralê bidin me.' Li ser vê yekê min jî birayên xwe li hev civand û ji wan re gotinên Serhat ragihand. Me bi hev re biryar dan û em man."

BI RÊBAZA GERÎLA ERZAQ GIHANDIN

Yekîneyeke YPG'ê ya ji 15 kesan, bi şev û roj li çepera xwe, Şemoka û ew xet diparast. Lê belê piştî ku çete li ser depoya avê ya li Til Hirmizê bi cih bûn û bi sekvanan êrîş kir, peydakirina erzaqan zehmet bû. Li vê derê Abdurrahman Mûhammed Emîn li vê derê bi rengekî veşartî erzaq ji Serhat û hevalên wî re dibir. Di heman demê de ji wan re dibû moral.

Abdurrahman Mûhammed Emîn şahidî ji şerê li vir ê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên li Til Hirmizê de kir. Emîn da xuyakirin, ku ji ber êrîşa çeteyan agir bi ka ketiye û ji ber vê yekê hêzên YPG'ê yên kurê wî jî di nav de bû neçar man e xwe hinekî vekişînin. Emîn got, "Me ev hemû didîtin. Agir bi ka dikeve û heval neçar dimînin xwe vekişînin. Lê belê ji ber ku dihatin deşteke vekirî, çeteyên li ser depoya avê yekser bi karnasê sûîqest li wan dikirin. Min xwe bêçare didît. Ji bêçaretiyê rûdiniştim û digiriyam. Rojekê hevalekî YPG'yî li ber avê ket û şehîd ket. Min dîsa xwarin ji wan re biribû. Hevalan ji min re gotin, tevî rîskê jî Serhat ji qiraxa çem bi pêş de çûye û li cenazeyê hevalê xwe digere. Min jî heman xet şopand û çûm cem wî. Min ji kurê xwe re got, 'çem ew biriye, piştî 8-10 rojên din wê bide, lewma divê li wir nesekine'. Kurê min hêrs bû. Ji min re got, 'Bavo tu çawa ji min re dibêje, ku wergirtina cenazeyê hevalê min tiştekî şaş e'. Serhadê min cenazeyê hevalê xwe piştî 12 rojan dît û ew veşart."

DÎTIN KU ÇETE ÇAWA REVIYAN

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo ya 6'ê Gulanê de, li eniya Hesekê-Til Temirê jî li dijî DAIŞ'ê operasyon hat destpêkirin. Kurê wî Serhat jî cihê xwe di vê pêngavê de girt. Mûhammed Emîn û malbata wî dîtin, bi derbên YPG'ê, çeteyên DAIŞ'ê çawa reviyan. Mûhammed Emîn diyar kir, ku di rojên 8-9. ên pêngavê de agir berdan gundê Til Hirmizê û got, "Me dît ku çawa Til Hirmiz şewitandin. Piştre hevalan xwe baş nêzî wan kirin, cih li wan teng kirin û depoya avê ya sekvanên wan lê bi cih bûbûn, teqandin. Her wiha berî birevin, li Til Hirmiz û gelek gundan mayîn çandin. Dema vê pêngavê destpê kir, me dizanîbûn wê heval bi ser kevin. Lê dîsa jî min rewşa hevalan meraq dikir."

HEVALÊ WÎ JI BO SERHAT RIZGAR BIKE, ŞEHÎD KET

Abdurrahman Mûammed Emîn dema qala wê pêvajoyê dike bi taybetî balê dikişîne ser hevaltiya şervanan û dibêje, "Ez heyranê hevrêtiya wan im." Bi vî rengî qala şervaneke YPJ'ê dike ku bi çi rengî kurê wî Serhat rizgar dike: "Kurê min tevlî pêngavê bû. Demekê me ji dûra ve şer didîtin. Lê piştre dema balafiran dest bi lêdanê irin, me dîtin ku xanî dişewitin. Ji ber dû me şer nedidît. Em gelekî dûr bûn. Serhat û hevalên wî li deverekê dikevin kemînekê û neçar dimînin xwe vekişînin. Lê Serhat wê çaxê ji eniya xwe birîndar dibe. Birîna wî ne giran e, lê çavên wî nabîne, lewma nikare derkeve. Dema heval derdikevin, hevaleke jin pê dihese ku Serhat derneketiye. Ji hevalên din re dibêje 'min biparêzin'. Heval dikevin çeperê û bênavber guleyan li çeteyan direşînin. Ew jî xwe digihîne Serhat û jê re dibêje 'Heval Serhat tu çima nayê'. Serhat jê re dibêje ew birîndar e û dixwaze wî bihêle û biçe. Serhat dibêje 'çavên min nabîne'. Ew heval jî bi destê Serhat digire û wî ji wir derdixîne. Dema li wesayîtê siwar dibin, di dema guleyek li wê hevala jin dikeve. Ew heval li wir şehîd dikeve. Heta ku YPG û YPJ bi vî ruhê şer bike û têbikoşe, têkoşîna me wê ti carî têk neçe."

Kurê Emîn Serhat Mûhammed Emîn di rojên pêş ên Pêngava Şedadê de şehîd dikeve. Bav Emîn dibêje, "Kurê min ez û malbata xwe tevlî berxwedanê kir. Ev rûmetdarî da me. Ez bi kurê xwe û hevalên wî re serbilind im. Heta dawiya emrê xwe ez ê li ser şopa wî bim."

...