Li Bonnê bîranîna şehîdên Gulanê
Şoreşgerê di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Bonnê hatin bîranîn. Di axaftinên li vê derê de banga mezinkirina berxwedan û piştgiriyê hat kirin.
Şoreşgerê di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Bonnê hatin bîranîn. Di axaftinên li vê derê de banga mezinkirina berxwedan û piştgiriyê hat kirin.
Li bajarê Elmanya Bonnê, ji bo bîranîna Şehîdên Gulanê merasîmek hat lidarxistin.
Merasîma ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sara û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ve hat organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.
Nûnera TJK-E Nûpel Mûnzûr bi bîranîna şehîdan dest bi axaftina xwe kir û got, "Ev şehadet, berdêlên gelekî giran in ji bo azadiay gelê me hatine dayîn. Wan bi şehadeta xwe ve, gelekî ji rastiya xwe hatibû dûrxistin ji nû ve zindî kir û rastiya gelekî ji bo azadiya xwe serî hilda ye afirandin."
Mûnzûr da xuyakirin, ku ruhê berxwedanê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya û Geverê didome û got, "Ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê; ji Rojava heta Şengalê, heta Rojhilat şer heye. Ev yek, êrîşên topyekûn ên ji bo bê Kurd hiştina Kurdistanê ne. Ji bo em bibin bersiv ji şehîdên xwe re, divê em xwedî li têkoşîna wan derkevin û xebatên xwe berfireh bikin."
MALBAT: YA KU EM XURT DIKE, BERXWEDAN E
Di merasîmê de malbatên şehîdan jî mafê axaftinê girtin û gotin, "Şehîdan bi canê xwe wezîfeyên xwe bi cih anîn, niha dor a me ye. Divê em armancên wan pêk bînin. Li çar parçeyên Kurdistanê şerekî giran diqewime. Bajarên me dorpêçkirî ne, xaniyên mirovên me tên xerakirin, bi zorê tên sirgûnkirin. Bi tevlîbûna li kampanya 'Malbata Bira' re em dikarin vî barî sivik bikin. Bi taybetî em dixwazin mirovên me yên li Ewropayê dijîn bi xurtî tevlî kampanyayê bibin."
Malbatan dan xuyakirin, ku ya wan bi hêz dike berxwedan e û gotin, "Ji ber ku ewladên me ev yek ji me re weke mîrate hiştin. Divê Kurd tedbîrên xwe êdî bigirin. Banga min li hemû Kurdan e ku bêyî ev agir me hemûyan bişewitîne, em têkoşînê mezin bikin."