Li Alîka ya Nisêbînê berxwedana mezin: 23 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Li dijî êrîşên çeteyên Qesrê, şervanên YPS û YPS-JIN’ê di 3 rojên dawî de li Taxa Alîka ya Nisêbînê berxwedaneke mezin nîşan dan. Di berxwedana li hember êrîşan de bi zelalî 23 çeteyên Qesrê hatin kuştin, gelek wesayîtên zirxî jî hatin îmhakirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê, encamên şer û çalakiyên li Nisêbîn û Şirnexê eşkere kir.YPS’ê diyar kir ku li hemberî êrîşên çeteyên Qesrê yên li Nisêbînê, di çarçoveya berxwedanê de 3 rojên dawî têkoşînek mezin tê meşandin. YPS’ê wiha ragihand: “Di van êrîşan de 23 çeteyên Qesrê hatin kuştin û bi dehan wesayîtên zirxî yên dixwestin berxwedanê bişkînin hatin îmhakirin. Di vî şerê dijwar de her ku diçe yekîneyên me bi ruhê berxwedanê têdikoşîn. Ciwanên qehreman ên gelê Kurd dîrokê dinivîsînin.”

YPS’ê, detayên berxwedana her diçe mezin dibe wiha eşkere kir:

NISÊBÎN:

16’ê Gulanê di çalakiya sabotajê ya yekîneyên me ya li Taxa Alîka de 5 tîmên taybet hatin kuştin. Di çalakiya hêzên me yên bi çekên ferdî jî bi zelalî 5 tîmên taybet hatin kuştin. Li Taxa Alîka jî dema ku 2 kepçeyên zirxî xwestin derbas bibin ji aliyê yekîneyên me ve bi awayekî bi bandor hatin hedefgirtin û di encamê de kepçeyek hate derbkirin. Dîsa di heman rojê de wesayîta kîrpî ya ku xwest bikeve taxê bi çekên giran hate hedefgirtin, di wesayîta ku hate derbkirin de bi zelalî 5 tîmên taybet hatin kuştin. Her wiha di çalakiya yekîneyên me ya bi sabotaj û çekên giran de jî 2 panzer bêkêr bûn. Lê, têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

17’ê Gulanê li Taxa Alîka polîsê çeka doşka bi kar tanî, polîsekî bombeavêj bi kar tanî, polîsê ku 2 çekên sekvaniyê bi kar tanî û 2 polîsên timên taybet di encama çalakiyên yekîneyên me de hatine kuştin.

18’ê Gulanê li Taxa Alîka di encama çalakiya şervanên me de 2 ajokarên kepçeyên zirxî hatin kuştin, kepçe jî hatine derbkirin. Her wiha 3 kepçeyên zirxî yên ku xwestin bikevin taxê jî hatin derbkirin.

18’ê Gulanê saet 10:00’an li Taxa Firatê polîsê tevgera taybet yê ku çeka lûledirêj a SPG-9 bi kar tanî, di encama çalakiya hêzên me de hate kuştin.

Şaredariya navçeya Midyadê, ji bo çêkirina çeperan alîkariyên alavan û kîsên axê ji çeteyên Qesrê re dike.

ŞIRNEX:

17’ê Gulanê li Taxa Bahçelîevlerê dema ku komek leşker kom dibûn ji aliyê yekîneyên me ve çalakiyek bi roketan hate lidarxistin û di vê çalakiyê de 2 jendermeyên tevgera taybet hatin kuştin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê hê zêdetir in. Di heman rojê de dema ku kepçeya zirxî xwest bikeve taxê, hêzên me çalakiyek bi çekên giran li dar xistin. Di vê çalakiyê de ajokarê kepçeyê hate kuştin û kepçe hate derbkirin. Dîsa di heman rojê de dema wesayîta zirxî ya Kobrayê hewl da bi hewara leşkeran were, yekîneyên me bi çekên giran lê dan û di encamê de çeka li ser wesayîtê hate îmhakirin. Yekîneyên me li hember tankekê çalakiyek bi çekên giran li dar xistin. Di çalakiyê de çeka li ser wesayîtê hate rûxandin û tank ji neçarî vekişiyaye.

18’ê Gulanê li Taxa Bahçelîevlerê di saetên sibehê de hêzên me li hember çeteyên Qesrê yên ku xwestin bikevin malekê û weke baregeh bikar bînin, çalakiyekî bi çekên giran û roketan li dar xistin. Li vir çeperek a çeka BKC hate îmhakirin û 2 polîsên timên taybet hatin kuştin. Li Taxa Bahçelîevlerê yekîneyên me çeperek çeka SPG-9 kir hedef û bi roketan lêxistin, çeper hate îmhakirin. Dîsa heman rojê wesayîtek Kobra ya li aliyê Omerkoyê ve bi çekên giran hate hedefgirin, hate derbkirin. Wesayîtek zirxî ya Kobra ya li Gumuştepeyê bi cih bibû jî hate hedefgirtin û derbkirin.

18’ê Gulanê di saetên nîvroyê li aliyê emniyeta kevin, yekîneyên me li hember wesayîta zirxî ya Kobrayê çalakiyekî sabotajê li dar xistin û di encamê de wesayîta zirxî bêkêr bû. Di heman teqînê de 3 polîsên timên taybet hatin kuştin. Wesayîta ku hatî îmhakirin heta derengiya şevê di bin kontrola yekîneyên me de ma. Dema ku çeteyên Qesrê hatin ku cenazeyên xwe bigirin bûn hedefa yekîneyên me, li vir kuştî û birîndarên çeteyan hene. Lê agahiyên zelal nehatin girtin.

Nasnameya 2 endamên me yên 17’ê Gulanê di şerên li Taxa Şehîd Gelhat de şehîd ketin wiha ne:

Serxwebûn Mardîn/Yûsûf Altidal/ Halîme- Ahmet/Cihê Jidayikbûnê: Riha Serêkaniyê

Zagros Cîlo/ Alî Akman/ Naziye- Mehemet Şerîf/ Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn Rîşmil