'Keleha Hezoyê tê tinekirin!'
Keleha Hezoyê ya dîrokî ya li navçeya Êlih Hezoyê, vediguherînin 'Seyrangeh'ê.
Keleha Hezoyê ya dîrokî ya li navçeya Êlih Hezoyê, vediguherînin 'Seyrangeh'ê.
Keleha Hezoyê ya dîrokî ya li navçeya Êlih Hezoyê, vediguherînin 'Seyrangeh'ê.
Şaredariya Hezoyê ya AKP'yî dixwaze Keleha Hezoyê ya dîrokî veguherîne qadeke seyrangehê. Odeya Mîmarên Êlihê xwest têkildarî vê projeya îhaleyê de serlêdana fermî bike, lê bersiv ji daxwaznameya wan re nehat dayîn. Hevserokê Nûnertiya Odeya Mîmaran a Êlihê Mûharrem Tuzun da xuyakirin, ku ew ji nêz ve rewşê dişopînin û diyar kir, ev yek ne kêmî înşaeta kalekol a li ser bajarê dîrokî Dekyanûs a li Liceyê tê çêkirin e.
Tuzun diyar kir, Desteya Bîrdariyan, qada seyrangehê erê kiriye û got, "Berî mehekê me bihîst û ji bo di vê der barê de bêhtir agahiyan werbigirin, me daxwaznameyek pêşkêşî Şaredariya Hezoyê kirin. Lê belê, tevî ku mehek jî di ser re derbas bûye Şaredariya Hezoyê hînê bersiv nedaye me. Her wiha em hîn bûn, ku piştî serlêdana me Şaredariya Hezoyê, ji bo tedbîran werbigire serî li Desteya Bîrdariyan daye û nêrîna 'proje dikare pêk were' ji vê desteyê stendiye."
MÎNA DEKYANÛS WÊ KELEHA HEZOYÊ JÎ BÊ TINEKIRIN
Tuzun da zanîn, talana cihên dîrokî yên erdnîgariya Kurdistanê wê zêde bibin û bibîr xist ku bi Qanûna Heskîfê ve kiras ji vê yekê re hatiye çêkirin. Ji ber ku Keleha Hezoyê cihekî Sît e, destûr nîne ku bibe cihekî seyrangehê. Lê belê weke ku tê zanîn, ji bo Heskîf di binê avê de bê hiştin li Meclîsê hin nirxandin hatin kirin. Di encama van nirxandinan de biryar hat dayîn, ku ji bo guhertina fonksiyona qadên Sîtê, bi wergirtina nêrîna Desteya Zanistiyê ve, xebat bê meşandin. Mînakên vê ne tenê li Keleha Hezoyê ye. Li Liceyê jî me dît ku li ser bajarê antîk Dekyanûsê kalekol çêkirin. Me bi awayekî vekirî dît, ku biryarên bi vî rengî ji bo pêşîvekirina li hin kesan, ji bo pêşkêşkirina ji hin kesan re hatine wegirtin. Dema ev li meclîsê dihat nirxandin, me bal kişandibûn ser. Lê belê vê mijar bi têrkerî di nava raya giştî de cih negirt. Niha jî dest bi talanê kirine. Em dizanin Keleha Hezoyê ne ya destpêkê ye û wê nebe ya dawî."