KCK û Yekgirtû Îslamî ji bo Kongreya Neteweyî li hev civiyan

Rayedarên KCK û Yekgirtû Îslamî, ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd duh li Ranyayê li hev civiyan.

Serokê Giştî yê Partiya Yekgirtû Îslamî ya Kurdistanê û heyete ji Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê, duh li navçeya Silêmaniye Ranyayê, li ser mijarên yekîtiya neteweyî û pêkhatina Kongreya Neteweyî li hev rûniştin. Hat hînbûn, hevdîtin li ser daxwaza Yekgirtû Îslamî hatiye kirin.

Duh saet di 11:30 Yekgirtû Îslamî li Ofîsa xwe ya li navçeya Ranyayê, heyetek ji KCK'ê pêşwazî kir. Heyeta KCK'ê ya ji endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn, Berdevkê Têkiliyên Derve Serhed Varto, Berpirsên Peywendiyên Başûrê Kurdistanê yê KCK’ê Dr. Hisên Amed û Mervan Amed bi Sekreterê Giştî yê Yegirtû Îslamî Mihemed Ferec re hevdîtin kirin.

Hevdîtinê du seatan dewam kir û her du aliyan mijarên di rojevê de, rewşa siyasî ya li Rojhilata Navîn û rola Kurdan di hevsengiya di herêmê de nirxandin.

Heyetên KCK û Yekgirtûya Îslamî di hevîtina duh de bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî di nava Kurdan de û destnîşan kirin, ku divê demek ji ya din zûtir Kongreya Neteweyî were lidarxistin.

Di demên pêş de wê KCK ji bo xebatên yekîtiya neteweyî û lidarxistina Kongreya Neteweyî bi aliyên din re jî hevdîtinan bike.