Ji gerîlayên HPG'ê li Şemzînanê çalakiya bi bandor
HPG'ê diyar kir, roja 18'ê Gulanê li hemberî yekîneyeke leşkerî ya ji Qereqola Bêzelê ya Şemzînanê diçû Qereqola Bêdewê çalakiyek hatiye lidarxistin û di encamê de herî kêm 5 leşker mirin e, 8 leşker jî birîndar bûne.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 19 gulanê 2016, 14:33
HPG'ê diyar kir, roja 18'ê Gulanê li hemberî yekîneyeke leşkerî ya ji Qereqola Bêzelê ya Şemzînanê diçû Qereqola Bêdewê çalakiyek hatiye lidarxistin û di encamê de herî kêm 5 leşker mirin e, 8 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser şer û çalakiyên dawî agahî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 18'ê Gulanê saet di 10:30 de, li hemberî leşkerên artêşa Tirk ên li herêma Derava Orê ya Colemêrgê bi cih bûn, gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
'ÇALAKIYA JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN GEVERÊ'
Roja 18'ê Gulanê saet di 13:30 de, yekîneyek leşkerî ya ji Qereqola Bêzelê ya Şemzînanê diçû Qereqola Bêdewê, bû hedefa hêzên me yên gerîla. Di çalakiya sabotajê ya li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kîrpî de, ku 13 leşker tê de bûn, 5 leşker mirin, 8 leşker jî birîndar bûn. Hejmara miriyên dijmin ên di vê çalakiyê de zêdetir in.
Ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Geverê hatiye lidarxistin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk ji saet 17:00 heta danê sibehê saet 05:00, bi balafirên keşfê yên bêmirov li herêmê keşf kir û car carna balafirên şer jî li ser herêmê geriyan. Operasyona li herêmê jî dewam dike.
Roja 17'ê Gulanê saet di 16:30 de, li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra ya li ser rêya Mêrdîn-Mehsertê, gerîlayên me çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di vê maşîna derb xwar de 6 leşker birîndar bûn.
ARTÊŞA TIRK LI MÛŞÊ DERKET OPERASYONÊ
Roja 15'ê Sibatê artêşa TC li bejahiya gundên Arî, Neynik û Alages ên Mûşê dest bi operasyonê kir. Di dema vê operasyonê de artêşa TC bi yekîneyên veşartî tevgeriya û operasyon roja 17'ê Gulanê saet di 10:00 de bi rengekî têkçûyî, qediya.
Roja 18'ê Gulanê, erdên li derdora gundên Qelencîk, Qeremeşe, Hebîba û Geliyê Baska yên navçeya Mûş Gimgimê, danê sibehê ji aliyê helîkopterêk Kobra ve hatin bombekirin. Artêşa Tirk her wiha bi helîkopterên Skroskyk jî leşker danî vê qada operasyonê. Wekî din, li derdora gundê Înal ê ser bi Gmigimê, yekîneyên veşartî kemînan datînin. Ev operasyon û kemîn, di êvara heman rojê de qediyan.
Di êvara 18'ê Gulanê de, hêzên me yên gerîla li hemberî yekîneyeke leşkerî a li derdora Girê Şehîd Bawer ê li navbear gundên Kûrtika û Serxak ên navçeya Bedlîs Tetwanê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Hêzên me yên xwe berdan nava yekîneya leşkeran, derbên xurt li 4 leşkerên li dora kon li hev civiya bûn, dan û ew kuştin. Piştî çalakiyê, helîkoptera bi tîpa Kobra bi qasî 2 saetan gule li qadê reşand. Di sibeha 19'ê Gulanê de de artêşa TC li vê herêmê dest bi operasyonê kir. Ev operasyon hînê dewam dike. Ev çalakî ji bo hevalên me yên di dema dawî de şehîd ketine, hat lidarxistin.
BI ÇEKÊN GIRAN Û FERDÎ DERB LI MAŞÎNÊN RÊ ÇÊDIKIRIN HAT XISTIN
Roja 19'ê Gulanê saet di navbera 07:00-10:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî li maşînên li derdora girê Şehîd Kendal rê çêdikirin, xistin. Piştî vê çalakiyê ev karê çêkirina ra hat sekinandin. Li dû çalakiyê artêşa TC obus û bombe avêt Deriyê Dawetiya û Girê nêriya.
Roja 14'ê Gulanê saet di 19:30 de komek ji gerîlayên me dema li herêma navbera navçeya Qers Qamuşan û Karakûrtê bi erka xwe radibû, li yekîneyên artêşa TC rast hat û li vir şer derket. Di vî şerê giran de 2 gerîlayên me bi lehengî li ber xwe dan, heta fîşeka dawî şer kirin û şehîd ketin.
Roja 17'ê Gulanê saet di 16:20 de, li hemberî qereqola Hegasor a li navçeya Amed Hênê bi çekên ferdî çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de kûleyek qereqolê hat rûxandin û 2 leşkerên tê de hatin kuştin.
Di êvara 18'ê Gulanê de, şantiyeyek li meydana Kurt a li Mûşê bi dewletê re di karê rêya trenê de dixebitî, gelek caran ji aliyê me ve hat hişyarkirin, lê ev hişyarî li ber çavan negirt. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla 7 maşînên şantiyeyê îmha kirin.
Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine:
Nasnav: Bawer Agirî
Nav paşnav: Mahmût Çakan
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Navên dayik û bav: Azîze-Tahîr
Dem û cihê şehadetê. 14'ê Gulana 2016 / Qers
Nasnav: Şerzan Egîd
Nav paşnav: Bulent Çetîn
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Zeytîn-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê. 14'ê Gulana 2016 / Qers"