Hevşaredarê Qilabanê hat binçavkirin

Hevşaredarê bajarokê Sêgirkê yê Qilabanê Feyzî Babat hat binçavkirin.

Hevşaredarê bajarokê Sêgirkê yê Qilabanê Feyzî Babat hat binçavkirin. 

Li Bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê Hevşaredarê Sêgirkê Feyzî Babat hat binçavkirin. Babatê ku çend roj berê bi ser mala wî de girtin û ji ber ne li malê bû nehatibû binçavkirin, îro dema ji malê derdiket hat binçavkirin. Babatê ku der barê kuştina cerdevanê bi navê Salih Babat de, wê îfadeya wî bê girtin, birin Qereqola Jendermeyan a Şenobayê û ji vir jî ew birin Dadgeha Qilabanê.