Gerîlayê HPG’ê yê bi nasnav Adnan Deniz Reşîd Safalî yê ku li Mûşê di şerê bi artêşa Tirk re jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Yekmal ê Geverê bi merasîmekî girseyî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Piştî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Reşîd Safalî (Adnan Denîz) ê ku li Mûşê di şerê 6’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû, li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê ji aliyê malbatê ve hate teşxîskirin, şandin Gundê Yekmalê yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê.
Bi beşdarbûna welatiyên gundên derdor, cenazeyê Safalî li ser milan anîn goristana gund. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin. Cenazeyê Safalî bi duayan hate definkirin.
Piştî merasîmê, sersaxî li konê gund tê qebûlkirin.