‘Faşîzma AKP’ê wê bi hevkarên wê re têk biçe’
Cemîl Bayik: Danehev û hêza ku li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bi têkoşîna demokrasiyê afirandin, wê faşîzma AKP'ê û hevkarên wê têk bibe û Tirkiyeyê ji çerxa darbeyê rizgar bike.
Cemîl Bayik: Danehev û hêza ku li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bi têkoşîna demokrasiyê afirandin, wê faşîzma AKP'ê û hevkarên wê têk bibe û Tirkiyeyê ji çerxa darbeyê rizgar bike.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê re ev gotar nivîsand:
“Ev rastî zelal bûye; di şexsê AKP'ê de dewleta Tirk, Tirkiyeyeke di nava yekîtiyeke demokratîk a bi Kurdan re nabîne. Mîna çaryeka pêşî ya sedsala 20. ku bi qirkirina fizîkî û çandî xwest Kurdan tine bike, niha jî bi heman rengî dixwaze Tirkiyeke li ser yek neteweyî ava bike. Îfadeya eşkere ya vê yekê jî domkirina qirkeriya dewletê ye.
Kurd li Tirkiyeyê bi xwerêveberiya xwe jiyaneke azad û demokratîk hedef dikin. Rêberê Gelê Kurd ev 28 sal in ku di lêgerîna vê yekê de ye. Bi aybetî jî di deh salên dawî de ji bo demokratîkbûyina Tirkiyeyê hewl da. Mutabeqata Dolmabahçeyê, li ser bingehê demokrasiya herêmî çareseriya pirsgirêka Kurd dabû ber xwe. Lê belê di înkarvanî û tevkujiyê de israr hate kirin, ev mutabeqat hate redkirin û li ser Rêber Apo tecrîdeke giran hate meşandin. Ev bû gava yekemîn a şerê îro, di 24'ê Tîrmehê de jî êrîşeke giştî dane destpêkirin.
Heger bi van hevdîtin û muzakereyan pirsgirêka Kurd çareser nebûbe, wê demê gelê Kurd tevî hêzên şoreşger û demokrasiyê yên Tirkiyeyê wê li dij vê rejîma înkarvan û tevkujer li ber xwe bide û Tirkiyeyê demokratîze bike. Ji 24'ê Tîrmehê ve Tevgera Azadiya kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyhe li dij vê rejîma faşîst li ber xwe didin. Têkoşîna ku niha bi dijwarî didome, têkoşîna demokratîzekirinê ya hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê li dij faşîzmê ye. Têkoşîna li dijî faşîzma 12'ê Îlonê çi qas mafdar û rewa bû, îro têkoşîna li bajar, çiya û deştan tê meşandin jî hevqasî mafdar û rewa ye. Tayyip Erdogan û hevkarên wî yên faşîst dibêjin, ew li dij cudakeriyê welêt diparêzin û dixwazin gelên Tirkiyeyê bixapînin, lê belê her roj ev derewên wan baştir derdikevin holê. Tevgera Azadiya Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê têdokoşin li ser bingehê yekîtiya gelan û Tirkiyeke ku yekîtiya wê bihêz bûye.
Tayyip Erdogan ji bo dîktatoriya xwe ya faşîst ava bike derewan dike û dibîje, ew Tirkiyeyê ji parçebûnê rizgar dike. Tevî ku wî li dij Tirkiyeyê operasyon pêk aniye jî dibêje, "Em nahêlin li dij Tirkiyeyê operasyon pêk were û em ê Tirkiyeyê nedin parçekirin" û bi vê yekê dixwaze hêzên faşîst li dora xwe kom bike û bigihîje armanca xwe. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hewldanên AKP'ê yên li pey hegemonyayê qebûl nekirin Tayyip Erdogan Mutabeqata Dolmabahçeyê tine hesiband, êrîşî rêbertiyê kir û bi hêzên faşîst re îtîfak pêk anî.
Rêber Apo li Îmraliyê gelek caran got: "Em ji bo her çareseriya demokratîk amade ne. Heger di çarçoveya çareseriya demokratîk de AKP gavan biavêje em ê destek bikin; lê belê heger bixwaze hegemonyayê saz bike em vê yekê qebûl nakin." Pêvajoya Îmraliyê ji ber ku Tayyip Erdogan û AKP ne li pey demokratîkbûnê ne, berovajî li pey hegemonyayê ne, têk çû. Tayyip Erdogan xwest hevdîtinên Îmraliyê ji bo hegemonyaya xwe mîna amûr bi kar bîne, dema ku ev yek nehate qebûlkirin jî pihîn li her tiştî xist. Bersiva pirsa; çima Tayyip Erdogan Mutabeqata Dolmabahçeyê red kir, çima li Îmraliyê tecrîd pêk hat, ev e. Ji ber ku Mutabeqata Dolmabahçeyê li pêşiya hegemonya û rejîma otorîter a Erdogan dixwest ava bike asteng bû, hate redkirin. Divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin. Erdogan niha jî di ser dijminatiya Kurdan re hêzên faşîst û dijminên gelê Kurd dide kêleka xwe û bi vê yekê dixwaze bigihîje armanca xwe ya avakirina hegemonyayê. Rojane êrişkirina Kurdan, hedefgirtina HDP'ê, xwe mîna rizgarvanê welêt nîşandan bi tevahî girêdayî vê armancê ne. Hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, her wiha hêzên ku ji xwe re dibêjin Kemalîst jî divê vê yekê bibînin. CHP jî divê vê rastiyê bibîne.
Demokratên rast û niştîmanperwerên dilsoz ên di nava CHP'ê de divê vê yekê bibînin; bi tinekirina Kurdan re afirandina Tirkiyeya nû ne mumkin e. Ev polîtîka xizmetî gelê Tirk û Tirkiyeyê nake. Divê li neteweya demokratîk bê vegerîn û Tirkiyeya Nû li ser vî bingehî were sazkirin. Di nava demokrasî û demokrasiya herêmî de, bi Kurdan re Tirkiyeya Nû dikare bê sazkirin. Bi vî şêwazî yekîtiya Tirkiyeyê bi hêz dibe, Tirkiyeya bihêz pêk tê; bi karakterê xwe yê demokratîk wê karibe bandorê li Rojhilata Navîn jî bike.
Heta jiyana demokratîk a di nava yekîtiya bi Kurdan re neyê fikirîn, îro Tayyip Erdogan, sibê yekî din wê di ser dijminatiya Kurdan re bi gotinên ku ew welêt rizgar dikin, bikevin nava hewldana sazkirina hegemonyaya xwe. Tirkiye wê di nava gerenekê de tim li xwe bizîvire. Rêbertiyê ji vê yekê re got; çerxa darbeyê. Her wiha vê carê Tayyip Erdogan darbe pêk aniye. Di her darbeyê de rola leşkeran heye. Niha Erdogan di ser dijminatiya Kurdan re artêş jî girte aliyê xwe û darbe pêk anî. Ji ber ku li Tirkiyeyê yan wê demokratîkbûyîn pêk were yan mîna demên borî di her rewşê de ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji bo demokratîzekirinê têkoşiyan, darbe wê pêk werin.
Gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê divê bi gelê Kurd re dawiyê li vê gerênek û çerxa darbeyê bînin. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ji bo dawî li vê çerxa darbeyê bînin nêzîkatiya herî maqûl nîşan dan; lê belê Tayyip Erdogan û AKP ji ber ne xwedî têgihiştineke demokratîk bûn, bi xwe darbe pêk anîn û ketin nava vê çerxê.
Lê belê danehev û hêza ku li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bi têkoşîna demokrasiyê afirandin, wê faşîzma AKP'ê û hevkarên wê têk bibe û Tirkiyeyê ji çerxa darbeyê rizgar bike. Bi vê yekê re jî wê xewn û bêrîkirinên Îbrahîman, Heqîyan, Denîzan, Mahîran, Sînan Cegilleran, Çaran, Karasunguran, Abdulkadir Çubukçu, Ramazan Kaplan, Azad Sîser û Çekdaran ên Tirkiyeyeke Demokratîk û Kurdistaneke Azad pêk werin.”