Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 18’ê Gulanê balafirên şer ên Tirk Girê Gostê û herêma Pirê, derdora gundên Lelîkan, Xelîfan, Aleka, Jerezat û Koraserê bombe kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 18’ê Gulanê balafirên şer ên Tirk Girê Gostê û herêma Pirê, derdora gundên Lelîkan, Xelîfan, Aleka, Jerezat û Koraserê bombe kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, têkîldarî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk wiha got: “18’ê Gulanê saet 14.00-15.00’an balafirên şer, Girê Gostê û Ranya Pirê yên girêdayî herêma Xakûrkê ya herêmên me yên Parastina Medyayê, saet 16.20-16.30’an derdora gundên Xelîfan, Aleka, Jeresat û Korasere, her wiha herêma Lelîkan bombe kiriye. Dîsa saet 19.00-19.30’an balafiên şer herêma Kurê Mizgeftê bombe kir.

18’ê Gulanê saet 19.00-20.00’an, balafirên şer Tepê Sor ê girêdayî herêma Avaşînê, 19’ê Gulanê saet 11.00-12.00’an qûntarê girê Mamreşo bombe kirine.”