'Em ê rastiyan her tim binivîsînin'

Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, ku hedefa êrîşên rejîma AKP'ê ne diyar kirin, tevî hemû zext û zordariyan jî ew ê rastiyan her tim binivîsînin.

Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), ku hedefa êrîşên rejîma AKP'ê ne diyar kirin, tevî hemû zext û zordariyan jî ew ê rastiyan her tim binivîsînin.

Xebatên DÎHA'yê, polîtîkayên şîdet, zext û girtinê yên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li hemberî çapemeniya azad, bi taybetî li dijî DÎHA'yê hatin şidandin, ji ANF'ê re nirxandin.

'TEVÎ BERDÊLÊN GIRAN JÎ EM WEŞANA XWE DIDOMÎNIN'

Edîtorê DÎHA'yê Sedat Yilmaz da xuyakirin, ku li hemberî hewldanên dezenformasyon û manîpulasyonê, ji bo vegotina rastiyan wan bi dirûşma 'Em ê ti carî ji rastiyan tawîzê nedin' dest bi kar kirine û ji hingî ve tevî berdêlên giran hewl didin weşana xwe bidomînin.

Yilmaz diyar kir, di serî de li Enqere, Stenbol, Îzmîr, Antalya, Hatay, Mersîn, Agirî, Wan, Êlih, Amed li gelek bajaran buroyên wan ên navendî hene û zêdeyî 100 xebatkarên wan li van buroyan dixebitin. Yilmaz da xuyakirin, ku ji bilî van nûçegihanan, li ser bingeha nûçegihaniya dildarî, ku ew jê re 'rojnamevaniya welatiyan' dibêjin, nûçe ji wan re tê û destnîşan kir, ku ev rewş nîşan dide bê ajansa wan malbateke çiqasî berfireh û mezin e.

Yilmaz da xuyakirin, ku dîroka çapemeniya Kurd bi berdêlên giran dagirtiye û got, "Dema mirov li dema berê vedigerin, dibînin ku bi qasî 79 hevalên me yên xebatkar jiyana xwe ji dest dane, bi sedan hatine sirgûnkirin û bi dehan ji wan li zîndanan hatine ragirtin. DÎHA xwedî kevneşopiyeke bi vî rengî ye. Hemû nûçegihanên me bên girtin û ajansa were girtin jî, gelê me yê xwedî li DÎHA'yê derdikeve, wê ajansê ji nû ve ava bike û vî karî bidomîne.

13 KEDKARÊN DÎHA'YÊ HATIN GIRTIN

Edîtorê DÎHA'yê Sedat Yilmaz, tevî zexta dewletê bal kişand êrîşên nîjadperestan û astengiya xebatkarên medya Tirk ên li hemberî wan û got, "Li aliyê din, 13 hevalên me, ji ber ku bi karê rojnamevaniyê rabûne hatin girtin. Bi dehan hevalên me hatin binçavkirin û doz li hemberî wan hatin vekirin. Mîna ku ev êrîşên li hemberî hevalên me yên rojnamevan têrê nakin, TÎB'ê jî 37 caran malpera me ya înternetê asteng kir. Ev rewş, astengek li pêşiya mafê wergirtina nûçeyan e."

'EM Ê HER TIM DENGÊ GELÊ XWE BIN'

Nûçegihanê DÎHA'yê Mahmût Rûvanas jî diyar kir, weke nûçegihanên DÎHA'yê ji ber ku ew dixwazin hovîtiya li qadên xwerêveberiyê ji gel re ragihînin û li hundirê maşînên zirxî nûçeyên pesndayîna desthilatdariyê çênakin, hedef hatine girtin.

Rûvanas got, "Bersiva me ya li van hemû polîtîkayên zordariyê ev e; Hûn nikarin xebatkarên çapemeniya azad ku di salên 90'î de bi qetilkirinê biqedînin, niha bi girtin û astengiyan têk bibin. Hûn çi dikin bikin, em ê her tim bibin guh, deng û çavên vî gelî."

Nûçegihanê DÎHA'yê Cîhan Olmez da xuyakirin, ku rojnamevanên sûcên dewletê yên li qadên xwerêveberiyê kişf dikin û ji raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re radigihînin, ji aliyê dewletê ve weke terorîst tên îlankirin û hedef tên nîşandan. 

Olmez bal kişand ser qetilkirina Midûrê Karên Nivîsê yê Azadiya Welat Rojhat Aktaş li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê, birîndarbûna nûçegihanê ÎMC'ê Refîk Tekînû got, "Ev mînak bi tena serê xwe nîşan dide ku berxwedana kedkarên çapemeniya azad a li hemberî êrîşan çiqasî mezin e. Tevî van hemû êrîşan jî hevalên me bi dayîna berdêlan ti carî ji rojnamevantiyê vegeriyan. Nîşan dan ku li ku derê nûçeyek hebe ew ê li wir bin. Em ê jî ji niha û pê ve, ji bo şopandina vê kevneşopiyê çi ji destê me bê bikin."

...