Balafirên şer ên Tirk herêma Qendîlê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Di êrîşên bi saeta xwecihî saet 21.00’an destpê kir û nêzî nîv saetê dewam kir de rez û baxçeyên gundiyan zerar dîtin.
Balafirên şer ên Tirk li gundê girêdayî herêma Qendîlê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê dan. Di êrîşa ku qasî nîv saetê dom kir de derdora gundên Bûkrîska, Lewcê û Enzê hatin hedefgirtin.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, di êrîşa hewayî de bi dehan roket û qazan hatine bikaranîn, kuştî nînin, bax û baxçeyên gundiyan zerar dîtine.