Alî Sumbul hate definkirin
Alî Sumbul ê li Şirnexê di êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê de ji ber parçeyên şarapnelê yên topan li milê wî ket û ji ber xwîna zêde çû jiyana xwe ji dest da, li gundê Avgamasiya hate definkirin.

Alî Sumbul (21) ê ku piştî hêzên dewletê topa hewanê avêtin li ser konên li gundê Şililiyan ê Şirnexê, parçeyê şarapnelê li dest wî ketibû û ji ber ambûlans 4 saetan nehat jî xwîna zêde jê çû û jiyana xwe ji dest da, hate definkirin. Cenazeyê Sumbul piştî karên otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatê hate wergirtin, li goristana gundê Avgamasiya hate veşartin. Di merasîma bi tevlîbûna şêniyên gund pêk hat de malbata Sumbul di nav lorikan de kurên xwe veşartin, hin endamên malbatê jî ji ser hişê xwe çûn.
Piştî merasîmê, ferdên malbatê ji bo sersaxiyê derbasî gundê Milêşantiyê bûn.
Malbata Sumbul destnîşan kirin ku ji ber destûra rakirina nexweşxaneyê nehatiye dayîn, kurê wan xwîna zêde winda kiriye û jiyana xwe ji dest daye.