8 kes hatin girtin, 3 hunermendên NÇM'ê hatin binçavkirin

Li Amed, Sêrt û Dersîmê 8 kes hatin girtin, 3 hunermendên NÇM'ê jî hatin binçavkirin.

AKP/Qesr ku bi operasyonên qirkirina fîzîkî nikare berxwedana gel bişikîne, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li Amedê 7, li Dersîmê kesek hatin girtin, li Sêrtê jî 3 hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) hatin binçavkirin.

SÊRT

Polîsan li Sêrtê di serdagiritnan de xebatkarên NÇM'ê Berfîn Îlhan, Zekî Eruhî û Argeş Akan, kirin bin çavan. Di serdagirinên li Pêrtagê de ji 2 welatiyên, welatiyê bi navê Erdal Kotan, ji ber parvekirinên medyaya civakî û ji ber ku beşdarî daxuyaniyê bûye hat girtin.

DERSÎM

Berî du rojan li navçeya Pêrtagê ya Dersîmê jendermeyan bi ser malan de girtibû û welatiyên bi navê Erdal Kotan û Munîb Gursonmez binçav kiribûn. Welatiyên ji hêla jendermeyan ve îfadeya wan hatin girtin, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya wan li dozgeriyê hat girtin, bi îdiaya ji sala 2013'an vir ve tevli daxuyaniyên çapemeniyê bûne û "propagandaya rêxistinê kirine" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê welatiyê ku nexweşê pençeşêrê Gursonmez serbest berdan, Kotan ji ber parvekirinên medyaya civakî û ji ber tevli daxuyaniyan bûye bi îdiya "Endamê rêxistinê ye" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê.

AMED

Li Amedê 12 kesên 2 roj berê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, şevê din sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê piştî îfadeya 12 kesan girt, 3 kesên bi navê Serhat Begum, Hayrî Gok û Şevket Aktarli serbest berdan. 9 kes jî sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê jî 2 kesên bi navê Hamut Taşkiran û Sabahattin Ekmen serbest berda û der barê Ahmet Çetiner, Mevlut Toprak, Pelda Arşimet, Remzi Akkaya, Veysi Birol, Ozgur Bulut û Ekrem Yapici de bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.