Dewleta Tirk êrîşî Qamişlo kir: 2 kes birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker a bombe li derdora daîreya avê ya bajarê Qamişloyê barand, di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker derdora daîreya avê ya li aliyê rojhilatê bajarê Qamişloyê bombebaran kir. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk  a dagirker ji 23’ê Kanûnê ve êrîşên xwe yên hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kiriye, di encamê de 10 kes şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn.