Li Cizîra Botanê teqînên dijwar rû dan

Li Taxa Cûdî ya Cizîra Botan 2 teqînên dijwar rû dan.

Li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê saet derdora 22.00’an de 2 teqînên dijwar rû dan. Dengê teqînan ji gelek nuqteyên navçeyê hat bihîstin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku piştî teqînan li ocaxa tenduristiyê ya kevin dûman rabû, gelek ambûlans û hêzên leşkerî yên Tirk şandin cihê bûyerê.