Fethullah Gulen mir

Malpera Herkul ragihand ku Fethullah Gulen mir.

Hat diyarkirin ku Fethullah Gulen ê 83 salî li DYE’yê mir. Saziya weşanê ya Gulen a bi navê Herkul ev agahî ragihand.

Malpera Herkul li ser hesabê xwe yê X ev agahî parve kir û destnîşan kir ku Fethullah Gulen di 20’ê Cotmehê de mir.

Xarzayê Fetullah Gulen, Ebuseleme Gulen jî agahiya mirinê piştrast kir.