Endamê DEM Partiyê Çakmak hate binçavkirin

Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Kemal Çakmak li Hewagê hate binçavkirin.

Bi fermana Serdozgeriya Komara Rihayê li gundê Atgûden a girêdayî navçeya Hewag a Rihayê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de bi ser mala endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Kemal Çakmak de hate girtin. Çakmak hate binçavkirin.

Çakmak birin midûriyeta emniyetê ya navçeyê. Hat îdîakirin ku Çakmak bi parvekirinên li ser medyaya dîjîtal “propagandaya rêxistinê” kiriye.