EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Lîmasolê ji bo wargeha Mexmûrê çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li Lîmasolê hatin ba hev, êrîşên li ser Kurdistanê û hewldana dorpêçkirina Mexmûrê protesto kirin. -
Ji bo piştevaniya bi xelkê Mexmûrê re, li Berlînê çalakî hat lidarxistin
Li ber Balyozxaneya Iraqê, artêşa Iraqê ku dixwaze dorê li Mexmûrê bigire, hat protestokirin û wiha hat gotin: ‘’Xelkê Mexmûrê yê berxwedêr, ne bi tena serê xwe ye.’’ Bertek nîşanê NY’yê hat nîşandan ku çima dengê xwe nake. -
Mîtînga li Viyanayê: Mexmûr rûmeta me ye!
Bi armanca piştevaniya bi xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), li ber Balyozxaneya Iraqê ya li Viyanayê mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de gotin: “Mexmûr rûmeta me ye.” -
NCDK-Stockholmê kongreya xwe ya 13’emîn li dar xist
NCDK-Stockholm’ê bi dirûşmeya “Tecrîdê bişkîne, faşîzmê têk bibe û Kurdistanê azad bike” 13'emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. -
Di çalakiya POP’ê de Paradîgmaya Abdullah Ocalan hate nasandin
Di çalakiya ku bi wesîleya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Swîsreyê hat lidarxistin de raman û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nasandin. -
Swêdî, banga protestokirina ‘Zagonên Erdogan’ dikin
Tifaqa Li Dijî NATO’yê, li dijî zagona nû ya bi navê ‘’Hikumê cezayê taybet ê ji bo gihîştina rêxistineke terorî’’ ku ji bo maf û azadiyê gef in, banga tevlibûyîna meşa protestoyî kir. Meş, wê sibehê li Stockholmê bê lidarxistin. -
Li Bremenê mîtînga piştevaniya bi Mexmûrê re
Bi banga Meclisa Gel a Demokratîk a Bremenê, ji bo protestokirina êrîşên bi ser Mexmûrê û piştevaniya bi xelkê Mexmûrê re, mîtîngek hat lidarxistin. -
Li Cenevreyê soza pûçkirina polîtîkayên qirêj hate dayîn
Berxwedana xelkê Mexmûrê li Cenevreyê bi meşekê hat silavkirin û wiha hate gotin: “Em ê xwedî li berxwedana xelkê Mexmûrê û têkoşîna gerîla derbikevin û polîtîkayên tecrîdê pûç bikin.” -
Berxwedana xelkê Mexmûrê li Den Haagê hat silavkirin
Kurdên li Den Haagê, berxwedana xelkê Mexmûrê silav kirin û dewleta Iraqê û ya Tirk protesto kirin. -
Li Munîhê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
Li Munîhê Kurd û enternasyonalîstan berxwedana xelkê Mexmûrê silav kirin û banga mezinkirina piştevaniyê kirin. -
Dorpêça li ser Mexmûrê li Viyanayê hate şermezarkirin
Hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Viyanayê hate şermezarkirin, berxwedana gel hate silavkirin. -
Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
Li Lûzernê berxwedan xelkê Mexmûrê ya li dijî êrîşên dorpçêkirinê hat silavkirin. Li dijî tecrîd û polîtîkayên îmhayê peyama mezinkirina têkoşînê hat dayîn. -
Li Parîsê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’
Li banliyoya Vîllîers le Bel a Parîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. -
Jin û ciwan li Grîgnyê daketin qadan
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên dorpêçkirina Mexmûrê, li banliyoya Grîgny a Parîsê çalakiyeke şermezarkirinê hate lidarxistin. -
‘Fikirên Rêber Apo, ji bo gelên Rojhilata Navîn rizgarî ye’
Kurdistaniyên li çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya NY’yê ya li Cenevreyê axivîn, got: “Fikirên Rêber Apo ji bo gelen Rojhilata Navîn rizgarî ye.” -
Ûta û Amara li Mulheîm Rûhrê hatin bibîranîn
Ûta Schneîderbanger ve Ekîn Ceren Dogrûak, di 18’emîn salvegra şehadeta xwe de li ser gora Ûta Schneîderbanger a li bajarê Mulheîm Rûhrê hatin bibîranîn. -
Li Berlînê li aqûbeta destgîrkiriyên winda hat pirsîn
Di çarçoveya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Bin Çavan de ya Navneteweyî ya 17-31’ê Gulanê de, aktîvîst hatin ba hev û pirsa “Kiryar diyar in, ka winda li kû ne?” kir. -
Li Baselê çalakiya piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re
Aktîvîstên bi boneya Hefteya Têkoşîna Li Dijî Wendahiyên Di Nezaretan de ya Navneteweyî, li Baselê hatin ba hev, got: “Daxwazên Dayikên Şemiyê, yên me ne.” -
‘Li dijî dorpêça Mexmûrê em xeleka berxwedanê firehtir bikin’
TEV-ÇAND û Kevana Zêrîn a Ewropayê têkildarî dorpêçkirina Mexmûrê daxuyaniyek da û got: “Em bang li hemû gelê xwe, bi taybetî jî li pêşengên civakê, hunermend û rewşenbîran dikin ku li berxwedana Mexmûrê bibin xwedî." -
KCDK-E’yê li dijî dorpêçkirina Mexmûrê banga çalakiyan kir
KCDK-E’yê têkildarî dorpêçkirina Mexmûrê daxuyaniyek da û got: “Êrîşên dorpêçkirinê yên li ser Wargeha Mexmûrê berdewam in. Li paytextên ku nûnertiyên Iraqê lê ne, ji bo çalakiyên protestoyî em bibin seferber.” -
Bav û kurê Efrînî li çemê Renê xeniqîn
Li bajarê Bonnê bav û kurê wî yên ji Efrînê di nava çemê Renê de xeniqîn. -
Li Stockholmê semînerek: Divê piştgiriya bi Kurdan re berfireh bibe
Li Stockholmê derbarê hilbijartina di 28’ê Gulanê de semînerek hate lidarxistin û peyam hate dayîn ku divê piştgiriya bi Kurdan re berfireh bibe. -
MPKE: Newekheviya şertên hilbijartinê bi kêrî Erdogan hatin
MPKE ku bi 232 çavdêran şopandina tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê kir, got: “Di kampanyaya hilbijartinê de gotinên provokatîv û cihêkar hatin kirin.” -
Kurdistanî li Leîpzîgê rejîma faşîst a AKP-MHP’ê protesto kirin
Kurdistanî û dostên wan ên ji bo protestokirina rejîma faşîst a AKP-MHP’ê û êrîşên li dijî Mexmûrê daketin qadan gotin, “Em ê berxwedana xwe ya li dijî rejîma faşîst li her qadê bidomînin.” -
Hilbijartinên xwecihî yên Spanyayê: Rastgir bi ser ketin
Li Spanyayê di hilbijartinên xwecihî de rastgir bi ser ketin. Serokwezîrê sosyalîst Pedro Sanchez li ser vê encamê parlament betal kir. Hilbijartinên giştî wê 23'ê Tîrmehê bêne kirin.