EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li ber parlamentoya Londrayê êrîşên li ser Rojava hate protestokirin
Li ber parlamentoya Îngilîstan, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. -
Li Dresden û Leîpzîgê êrîşên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û civaka raya navneteweyî ku dengê xwe jê re nake, li Dresden û Leîpzîgê hatin şermezarkirin û bang ji bo xwedî derketina li Şoreşa Rojava, hat kirin. -
Di çalakiyên Amsterdam û Darmstadtê de banga 'Rojava biparêze' hat kirin
Kurdistaniyên ku li Amsterdam û Darmstadtê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava protesto kirin, bang li alîgirên mirovahiyê kirin ku Şoreşa Rojava biparêze. -
Li dijî êrîşên dewleta Tirk li Kopenhagê çalakî hat lidarxistin
Komek Kurdistanî, li dijî êrîş û qirkeriya dewleta Tirk a dagirker li Kopenhagê derket qadan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin. -
Êrîşên li dijî Rojava li Stockholmê hat protestokirin
Li paytexta Swêdê Stockholmê komkujiya dewleta Tirk bi mîtîngeke girseyî hat protestokirin û hat xwestin qada hewayî ya Rojava ji firînê re were girtin. -
Dewleta Tirk li Brukselê hate şermezarkirin
Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser rêveberên Kantona Qamişloyê, li paytexta Belçîka Brukselê hate şermezarkirin. -
Kurd li Swîsreyê daketin qadan: Em ê Rojava biparêzin
Kurdistaniyan diyar kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ew ê bi dil û can Rojava biparêzin. -
Koma Creîl Nobeta Azadiyê dewr girt
Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di hefteya 574’an de berdewam dike. Koma ku ji Creîlê hatin, nobet dewr girtin. -
‘Em ê hesabê vî şerê bêexlaq bixwazin’
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên deweleta Tirk, li Dusseldorf, Stûttgart û Lûzernê daketin qadan û gotin: “Em têkoşîna xwe ji bo şehîdên Kurdistanê geş bikin û nehêlin ev al bikeve erdê.” -
Li Bremenê meşa li dijî polîtîkayên sînor ên Yekitiya Ewropayê
Polîtîkayên sînor ên li dijî penaberan ên Ewropayê, li Bremenê hatin protestokirin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava li Zurîhê hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên xwe ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li Zurîhê derketin qadan, banga geşkirina piştevaniya navneteweyî ji bo parastina Rojava, kir. -
Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergun hat veşartin
Cenazeyê dosta Kurdan Beate Ergunê ku ji ber ûrê di mêjî de 17’ê Hezîranê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Huls a li Aachenê bi merasîmekê hat veşartin. -
KCDK-E: Li dijî dewleta Tirk a dagirker em xwedî li Rojava derkevin
KCDK-E got, "Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe amadekariya dagirkirina Rojava dike! Werin em bikevin nava seferberiyê, xwedî li şoreşa jinê û Rojava derkevin." -
JXK'ê li Aachenê çalakî lidar xist
Ciwan ketin nava Aqûîs Plaza ya li navenda bajarê Aachenê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm qîriyan. -
KCDK-E’yê ji bo Beate Ergun peyama sersaxiyê weşand
KCDK-E’yê diyar kir ku gelê Kurd dosteke xwe winda kir û got: “Em ê her tim wê di têkoşîna azadiyê de bi bîr bînin.” -
'Em karin bikin ku şîrketên Swîsreyê dest ji Tirkiyeyê berdin'
Parlamenter Franzîska Ryser got, di demekê de ku mafên mirovan têne binpêkirin û zext li gelê Kurd tê kirin, wan pêşniyar li şîrketên Swîsreyê kirine ku razemeniyê li Tirkiyeyê nekin. -
Dosta qedîm a Kurdan Beate Ergun jiyana xwe ji dest da
Dr. Beate Ergun ku 40 salên dawîn ên emrê xwe ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ked da, ji ber ûrê di mêjî de jiyana xwe ji dest da. -
Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê êrîşa li dijî Sînan Aygul şermezar kir
Komeleya Rojnamevanên Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa dijî rojnamevan Sînan Aygul ku ji aliyê parêzvanên şaredarê AKP’yî ve pêk hat şermezar kir. -
Li Swîsreyê çalakiyên bibîranîna Qirkirina Sayfo
Li Swîsreyê di 108’emîn salvegera qirkirina ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di bin navê Seyfo (Şûr) de li dijî Asûrî-Suryaniyan ku yek ji gelên qedîm ê Mezopotamyayê ye hat kirin, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Arasan li Atînayê hat bîranîn
Huseyîn Arasan ê di 9’ê Hezîranê de li Silêmaniyê di encama sûîqestê de şehîd bû, li kampa Lavrîo ya Atînayê bi merasîmeke hat bîranîn. -
Li Cenevreyê meş û mîtînga ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Li Cenevreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat kirin. Hevserokê CDK ya Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebi ku gava meşê axivî, ji NY, CPT, KE û saziyên mafên mirovan xwest ku li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê bi erka xwe rabibin. -
Kurdên Êzidî yên Moskowayê çûn ser gorên miriyên xwe
Kurdên Êzidî yên li Moskowayê ku paytexta Rûsyayê, miriyên xwe bi bîr anîn. -
Kesên li Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin li Swîsreyê hatin bîranîn
Huseyîn Arasan, Şukru Bûlût, Rojnamevan Nagîhan Akarsel, Zekî Çelebî, Mamoste Şemal, Huseyîn Turelî û Ferhat Bariş Kondû yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatin qetilkirin, li Swîsreyê hatin bîranîn. -
Li Lûzernê çalakiya protestoyî: Dawî li mirinên li behrê bînin!
Li bajarê Lûzern ê Swîsreyê karesata koçberên li peravên Yewnanîstanê hat protestokirin û gotin, “Dawî li mirinên behrê bînin.” -
Êrîşên li ser Rojava li Berlînê hat protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê hat protestokirin.