Zîlan, li Moskowê hat bibîranîn

Kurdên li Moskowa a paytexta Rûsyayê, Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî û ev peyam da: ‘’Zîlanê, vîna Kurdan nîşan da.’’

Kurdên li Moskow a paytexta Rûsyayê, li Mala Kurda hatin ba hev û Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anî.

Hevseroka TJKN’yê Jûleta Aram ku di civînê de axivî, anî ziman ku çalakiya Zîlanê ji bo têkoşîna Kurdan xaleke werçerxê ye.

Aram, bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Têkoşîna azadiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geşe pê daye, bi saya van qehremanan heta bi niha li ber xwe daye û destkeftinê we çêbûne. Ji Şêx Seîd û hevalên xwe ta bi hemû şehîdên canê xwe ji bo welatê xwe daye, bi bîr tînin.’’