Zenda û Mawa li Bernê hatin bibîranîn
Şehîd Berjîn Zenda û Baran Mawa li bajarê Bern ê Swîsreyê hatin bibîranîn
Şehîd Berjîn Zenda û Baran Mawa li bajarê Bern ê Swîsreyê hatin bibîranîn
Li bajarê Bern ê Swîsreyê, ji bo bibîranîna Berjîn Zenda (Ayşe Demîr) ku 7’ê Tîrmeha sala 2021’ê li gundê Kêste yê Heftanînê şehîd bû û Baran Mawa ku 7’ê Tîrmeha sala 2018’an li herêma Feraşîn a Colemêrgê şehîd bû, bernameya bibîranînê hat çêkirin.
‘ŞEHÎD RONIYA RÊYA ME NE’
Mûstafa Karahan ku li ser navê KOMAW’ê di bernameya bibîranînê de axivî, got: ‘’Cîhan ji qetlîamên li Kurdan tên kirin re dengê xwe nake. Şehîd, roniya rêya me ne. Ev berxwedana 50 sal in berdewam e, bi saya wan e. Têkçûn û ketin di vê têkoşînê de ne mimkûn e. Ev têkoşîn, wê heta bi serkeftinê berdewam be.’’
BANG LI CIWAN Û JINAN HAT KIRIN
Zîlan Sentûr ku li ser navê TCŞ’ê û TekoJIN’ê mafê axavtinê wergirt, wiha axivî: ‘’Ev rê, rêyeke bi şeref û rûmet e. Dirêj û bi qudret e. Ciwan û jinên Kurd divê tev li vê têkoşîna şoreşê bibin. Divê li şehîd, Rêbertî û tevgera xwe bibin xwedî. Çiyayên Kurdistanê wek rêya xelasiyê bibînin û li wê gorê tevbigerin.’’
Bûrhan Karakoç ku li ser navê Komeleya Çandê ya Kurd a Bernê axivî, wiha got: ‘’Em ê li ber roniya şehîdan têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin. Bi boneya salvegera sedsala Peymana Lozanê, ez bang li hemû Kurdan dikim ku tev li meşa mezin ku wê 22’yê Tîrmehê li dar bikeve, bibin.’’
Di bernameyê de li sînevîzyona li ser du şehîdan hat temaşekirin, nameya şehîd Zendayê ku gava tev li têkoşînê bûye û nivîsiye, hat xwendin. Di çalakiyê de axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan ên li ser şehîdan û têkoşînê hat guhdarîkirin.