Xanim Ayo ku di nava heyeta ku îmzeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine komkirin pêşkêşî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kiriye, diyar kir ku, şoreşa Rojava pêkanîna pratîkî ya paradîgmaya Abdullah Ocalan e.
‘ME XWEST HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BIXIN MERIYETÊ’
Hevseroka Însiyatîfa Parêzeran ji Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê Xanim Ayo diyar kir ku, wan hem ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, bi taybet Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê jî di nav de, bi rêxistinên li Ewropayê re hin rêzecivîn pêk anîne.
Xanim Ayo got, “Weke înîsiyatîfê me ji bo Rêber Ocalan serî li saziyên Ewropayê da. Ji ber tecrîda dawî ya li ser Rêber Ocalan, agahî qet jê nayê girtin. Destûr nayê dayîn ku malbat û parêzerên wî hevdîtinê bikin. Ji bo vê me li Rojava kampanya îmzeyan da destpêkirin. Me encamên vê kampanya îmzeyan bi nameyekê pêşî radestî CPT û piştre jî radestî OHCHR a Cenevreyê kir. Herdu saziyan em erênî pêşwazî kirin. Rayedarên saziyê soz dan ku ew ê li ser vê mijarê bisekinin."
‘ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK HATIN NÎQAŞKIRIN’
Xanim Ayo da zanîn ku, mijareke din a ku li ser hatiye axaftin êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava ye û got, “Dewleta Tirk van êrîşên xwe yên li ser Rojava her roj didomîne. Di van êrîşan de sivîl jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Me agahî da. Wan jî soz dane me ku ew ê dengê me bigihînin rayedaran."
‘ÊRÎŞ LI DIJÎ RAMANÊN OCALAN E’
Xanim Ayo destnîşan kir ku, mînaka tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ti devra cîhanê nîne û wiha domand, “Dewleta Tirk dixwaze bi giştî di navbera gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî gelê Kurd û Rêber Ocalan de qutbûnê çêbike. Dixwaze paradîgmaya neteweya demokratîk a ku derxistiye holê tune bike û nehêle ku bigihêje gel. Çareseriya neteweya demokratîk çareseriyeke realîst e. Haya hemû cîhanê ji vê yekê heye. Ji ber vê yekê dewlet piştgiriya dewleta Tirk dikin. Di esasê van hemû êrîşan de ev rastî heye. "
‘ÎNSÎYATÎFA PARÊZERAN HETA KU TECRÎD WERE ŞIKANDIN WÊ TÊBIKOŞE’
Xanim Ayo diyar kir ku, li gel gelê ku li Heleb û Şamê dijîn, gelê Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, Tirkmen yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, Başûrê Kurdistanê jî beşdarî kampanyaya îmzeyan bûne. Ayo destnîşan kir ku weke Înîsiyatîfa Parêzeran ji Ocalan re Azadî heta rakirina tecrîdê wê têkoşîna xwe bi rêbazên cuda bidomînin.
Ayo bal kişand ku li Rojhilata Navîn bi paradîgmaya Abdullah Ocalan re serdemeke nû dest pê kiriye û got, “Di ser Şoreşa Rojava re 10 sal derbas bûn. Paradîgmaya neteweya demokratîk pêkanîna pratîkî ya vê şoreşê ye. Ev paradîgma ji bo me pir girîng e. Em bi saya vê paradîgmayê hatine van rojan. Ji ber vê yekê azadiya Rêber Ocalan beriya her tiştî azadiya me ye. Ne tenê ji bo me, ji bo hemû gelên bindest e.”
‘MÎNA HER KESÎ DIVÊ KURD JÎ XWEDÎ MAFÊN BINGEHÎN BE’
Xanim Ayo bal kişand ser rola Ewropayê ya di tecrîda li ser Abdullah Ocalan de û ev tişt got, “Peymana Cenevreyê di warê mafên mirovan de xwedî cihekî girîng e. Ji sala 1948’an vir ve qala mafên mirovan dikin. Li dijî binpêkirina maf û azadiyan têkoşînek tê meşandin. Tişta ku di vê peymanê de hatiye nivîsandin, pêwîst e di pratîkê de bê bicihanîn. Ji ber vê em hatin Ewropayê. Divê saziyên berpirsyar erkên xwe pêk bînin. Divê gelê Kurd jî weke hemû gelên din xwedî mafên bingehîn be.”
‘EM DIXWAZIN DI DEMEKE KIN DE JI OCALAN AGAHÎ BIGIRIN’
Xanim Ayo herî dawî bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir û ev tişt gotin, “Tecrîda ku li ser Rêber Ocalan hatiye girankirin divê demildest bê rakirin. Pêwîst e yekser malbat û parêzer bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin. Di derbarê jiyana Abdullah Ocalan de fikarên me hene. Her kes meraq dike. Em dixwazin di zûtirîn dem de agahî bigirin. Dîsa êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava dewam dikin. Divê saziyên mafên mirovan ên navneteweyî heyetek bişînin Rojava. Divê van êrîşan tespît bike û bersivê bide. Êdî bes e ji vê bêdengiyê û çavgirtîbûnê re. Em bang li hemû saziyên mafên mirovan dikin ku dengê xwe bilind bikin.”