Tecrîda sîstematîk a dewleta Tirk a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Qada Canabîere ya bajarê Marsîlya yê Fransayê bi mîtîngeke hate protestokirin.
Mîtînga bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat lidarxistin. Di mîtîngê de pankartên, “Li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin, em hemû deyndar in”, “Ji Rêber Apo re azadî, tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, axaftin hat kirin û wiha hate gotin: “Ewropa ku ji êrîşên dewleta Tirk a li dijî Rojava bêdeng dimîne, hevkarê sûc e.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên, “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye, hevkar Ewropa” bi dawî bû.
MELBOURNE
Kurdên li bajarê Melbourn ê Awûstralyayê, êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de protesto kirin.
Kurdistaniyên li bajarê Melboûrn ê Awrûstralyayê, bi pêşengtiya NAV-KURD’ê li ber Pirtûkxaneya Victoriayê hatin ba hev. Endamê KNK’ê Heval Herkî li ser navê Kurdistaniyan daxuyanî da. Herkî, got: ‘’Sê Kurdên li Rojava hatin qetilkirin, hêviya jiyaneke nû û ya mirovahiyê bûn, li ber çavên dinyayê hatin qetilkirin. Hikumeta Federal a Awûstralyayê, bila dengê xwe ji vê hovîtiyê re bike, ji dewleta Tirk re bibêje bila bisekine.’’
Ji bo teşhîrkirina dewleta Tirk, dirûşm hatin berzkirin, belavok hatin belavkirin û çalakî qediya.