Sûcên şer ên dewleta Tirk li Munîhê hatin teşhîrkirin
Ciwanên Kurd di standa ku li Munîhê danîn de sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker teşhîr kirin û gotin: “Bi geştên xwe yên ji bo Tirkiyeyê re nebin alîgirê şer.”
Ciwanên Kurd di standa ku li Munîhê danîn de sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker teşhîr kirin û gotin: “Bi geştên xwe yên ji bo Tirkiyeyê re nebin alîgirê şer.”
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ciwanên Kurd bi boneya teşhîrkirina sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker standa agahdarkirinê hat danîn. Di standê de ji bo geştyaran banga “Neçin Tirkiyeya ku sûcên şer dike” hat kirin.
Di çalakiya standê de ciwanan agahiyên bi devkî û nivîskî dan kesên derdor û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkerî û qirkirinê bi taybetî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ciwanan diyar kir ku ku yek ji çavkaniyên herî mezin ê dahat dewleta Tirk tûrîzm e. Ji bo vê yekê geştên xwe yên Tirkiyeyê betal bikin û nebin alîgirê şer.”
Ciwanan anî ziman ku zêdetirî heftiyeke, dewleta Tirk agir berdaye daristanên Çiyayê Cûdî û destûr nade ku welatî şewatê vemirînin.