Serhildana li Fransayê li gelek bajaran belav bû

Li Fransayê serhildana ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ji aliyê polîsan ve, destpê kir, di şeva sêyemîn de bêhtir dijwar bû. Şaredarî, wesayitên giştî, firoşgeh, wesayit û dibistan hatin şewitandin. Herî kêm 667 kes hatin destgîrkirin.

Zarokê ji Cezayîrê yê 17 salî roja Sêşemê bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye ji aliyê polîsan ve hate rawestandin û kuştin. Piştî ku dîmen li medya dîjîtal belav bûn, çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin.

Polîsê kujer hate destgîrkirin, dozgeriya komarê xwest bê girtin. Polîs ji malbata zarok efû xwest.

DI NAVA ŞEVEKÊ DE 667 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Bûyerên tundiyê di şeva sêyemîn de jî dewam kir. Li gorî Wezareta Karên Hundir li tevahiya welêt nêzî 40 hezar hêzên ewlekariyê hatin wezîfedarkirin. Ji wan 5 hezar li Parîsê hatin wezîfedarkirin.

Li gorî wezaretê di şeva Pêncşem-Înê de 307 jê li herêma Parîsê bi giştî 667 kes hatin destgîrkirin. Wezaretê her wiha diyar kir ku 249 polîs û jenderme birîndar bûn, li ser xwepêşandêrên birîndar agahî nehate dayin.

OTOBUS, ŞAREDARÎ, DIBISTAN, FIROŞGEH HATIN ŞEWITANDIN

Li bajarên Lyon, Grenoble, Saînt-Êtîenne an jî Annecy otobusek hate şewitandin, kevir li tramvayê hatin barandin, wesayit hatin şewitandin, şaredarî, kreş û dibistan bûne hedefa êrîşan. Di nava deverên hatin şewitandin de kreş û qereqolên polîsan jî hene.

Tê gotin ku xwepêşandêrên protestoyî her wiha êrîş birine ser rojnamevanan. Le Fîgaro diyar kir ku êrîş li du rojnamevanên wan hatiye kirin. Hate ragihandin ku telefona yek ji van rojnamevanan hatiye dizîn, rojnamevanê din jî ji ber tundiyê bi lez rakirine nexweşxaneyê.

Wênekêşekî rojnameya Lîberatîon û du rojnamevanên din jî bûn hedefa çalakgerên protestoyî.

Li banliyoya Aûbervîllîersê ya Parîsê 11 otobus hatin şewitandin.

LI PARÎSÊ LI 1569 DEVERAN ŞEWAT HATE DERXISTIN

Midûriyeta Emniyetê ya Parîsê diyar kir ku li navenda bajêr bi şev 1569 dever hatin şewitandin.

BÛYERÊN TALANKIRINÊ

Li gorî gelek dîmenên li medya dîjîtal hatin weşandin, gelek firoşgeh û banka hatin şewitandin û bûyerên talankirinê zêde bûne.

LI BELÇÎKAYÊ JÎ BELAV BÛ

Serhildana li Fransayê li Belçîkayê jî belav bû. Li ser banga li ser medya dîjîtal hate kirin di şeva Pêncşem-Înê de li gelek komunên Brukselê ciwan daketin qadan. Li gorî Midûriyeta Emniyetê ya Brukselê bi giştî 64 kes hatine destgîrkirin.