Serdegirtina polîsan a li ser Kampa Lavrîoyê hat proestokirin
Serdegirtina polîsên Yewnanîstanê bi ser Kampa Lavrîoyê ya li nêzî paytexta Yewnanîstan Atînayê û valakirina kampê bi meşekê hate protestokirin.
Serdegirtina polîsên Yewnanîstanê bi ser Kampa Lavrîoyê ya li nêzî paytexta Yewnanîstan Atînayê û valakirina kampê bi meşekê hate protestokirin.
Polîsên Yewnanîstanê bi ser Kampa Lavrîoyê ya li nêzî paytexta Yewnanîstan Atînayê ku piranî penaberên Kurd lê dimînin, girtin û kamp vale kirin. Kurdistanî û gelek rêxistinên sivîl bi armanca protestokirina êrîşê meşek li dar xistin.
Meş li qada Akademîe dest pê kir û heta Parlementoya Atînayê berdewam kir. Li vir daxuyanî hat dayîn.
Çalakvanan diyar kirin ku serdegirtina polîsan encama danûstandinên bi dewleta Tirk û NATO’yê ye û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.