Sendîkayên navneteweyî wê ji bo Abdullah Ocalan daxuyaniyê bidin

Nûnerên sendîkayên ku di qada navneteweyî de di bin navê "Kampanyaya Sendîkaya Azadî ji Bo Ocalan" de xebatan dimeşînin, wê di 26 'ê Tîrmehê de li Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

Li gorî daxuyaniya rêveberên sendîkayan Christine Blower û Sîmon Dubbins, komek nûnerên sendîkayan ji bo fikarên xwe yên li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve bikin, wê li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê civîneke çapemeniyê li dar bixin.

CIVÎNA ÇAPEMENIYÊ YA AWARTE

Di daxuyaniya Blower û Dubbins de hat gotin, “Birêz Ocalan 24 sal in li Tirkiyeyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ev 2 sal in destûr nayê dayîn parêzer û malbata wî hevdîtinê pêk bînin û agahî derbarê rewşa wî de bigirin. Di rewşa heyî de nayê zanîn ku ew sax e û rewşa wî başe an na. Niha fikarên pir cidî li ser jiyan û başbûna wî hene."

HEVKARÊN TECRÎDÊ

Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku ji ber Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê agahiyek têrker nedaye raya giştî û ev yek bûye sedema ku fikarên wan zêde bibe û got, "Em ê di civîna çapemeniyê de destnîşan bikin ku, rêxistinên mafên mirovan, Konseya Ewropa û hikûmeta Ewropa ji ber bêdeng li hember vê rewşa binpêkirinê mane, bûne hevkarên vê binpêkirin mafên bingehîn ên mirovî.”

Civîna çapemeniyê ya ku hat ragihandin ku dê ji hêla Srah Gylnn ve were rêvebirin, Simon Dubbins, Unite the Union (UNITE) (Îngîltere), Barones Christine Blower (Îngîltre), Antonio Amoroso, Yekîtiya Gel a CUB (Îtalya), Michela Arricale, parêzer CRED (Ji bo Demokrasiyê Navenda Lêkolîn û Xebitîn), (Îtalya) Amedeo-Ciactalya, Roma-Îtalya Vlll. Serokê Şaredariya (Îtalya), Saverio Nonno, Serokê Şaredariya Fossalto (Îtalya) Laura De Bonfils, ARCI. (Îtalya), Luigi De Magistris, Serokê berê şaredariya Napolî (Îtalya), Vicente Jose Rekondo, Nûnerê LAB, Daniel Kopp, Endamê Sekretra PI’yê (Belçîka) Roza Salîh, Endamê Meclîsa Glasgowê, (Skoçya), Mike Arnott Serokê Kongreya Sendîkayên Skoçye (TUC) (Îngîltere) dê beşdar bibin.