Sê welatparêz bûn nobedarên Nobeta Azadiyê

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 576 hefte ne ku li Strasboûrga ku bajarekê Fransayê ye, berdewam e; vê hefteyê sê welatparêz ji Elmanyayê hatin û bûn nobedarên nobetê.

Nobeta Azadiyê ku Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Abdullah bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê ji ser, 25’ê Hezîrana sala 2012’an li Strasboûrgê ku bajarekê Fransayê ye dest pê kir, 576 hefte ne ku berdewam e.

Vê hefteyê sê welatparêz ji Elmanyayê hatin Strasboûrgê û bûn nobedar.

Kesên di nav koma nobedar de Fahreddîn Zeray, Fettah Cîrît û Mahmût Agirman in.

Fahrettîn Zeray ku li ser navê hevalên xwe yên nobedar axivî, got: “Ji zû ve ye ku me tu hay ji Rêbertiya xwe nîn e. Ji bo lê bibin xwedî em hatin. Ji bo tecrîd ji ser Rêbertiyê rabibe, me bang li saziyan Kurdan ew e ku li Rêbertiyê bibin xwedî.”